Trump: Dibe ku Hevdîtinên Amerîka û Îranê di Demeke Nêz de Destpê Bikin

kurdistani 07:13 PM - 2018-08-01
Trump: Dibe ku Hevdîtinên Amerîka û Îranê di Demeke Nêz de Destpê Bikin

Trump: Dibe ku Hevdîtinên Amerîka û Îranê di Demeke Nêz de Destpê Bikin

Serokê Amerîka Donald Trump li Florîda ji alîgirên xwe re dîyar kir ku dibe ku Îran di demeke pir nêz de dest bi hevdîtinên bi Washingtonê re bike.

‘’Hîsên min dibêjin ku ewê di demeke nêz de bi me re dest bi hevdîtinan bikin, lê dibe ku wisa nebe jî. Ew jî ji me re dibe’’ Trump got.

Trump derbarê peymana navokî ya bi Îranê re jî, ku Amerîka di meha Gulanê de jê vekişîyabû, got ku ‘’pir xirab e û yekalî ye’’

Li gor peymana navokî, ku di sala 2015’an de ji alîyê Tehran û Washingtonê ve hatibû îmza kirin û Çîn, Rûsya, Brîtanya, Fransa û Almanya jî têde cîh girtibûn, Îranê dê bernameya navokî bi dawî bikira û Amerîka jî dê toleyên dijî wî welatî gav bi gav rakira.

Her çiqas dewletên din dixwazin ku peyman pûç nebe jî Amerîka amadekarîya toleyên nû dike û ji kompanîyên ku bi Îranê re kar dikin dixwaze ku peywendîyên xwe bi wê dewletê re qut bikin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket