Neteweyên Yekbûyê koçberkirina welatiyên Efrînê paşguh dike

kurdistani 12:28 PM - 2018-08-01
Netewên Yekbûyî koçberkirina welatiyên Efrînê paşguh dike

Netewên Yekbûyî koçberkirina welatiyên Efrînê paşguh dike

Netewên Yekbûyî diyar kir ku di nîvsaliya îsal de 1.2 milyon kes di hundirê Sûriyeyê de koçber bûne û destnîşan kir ku hejmara herî zêde ya koçberan li Idlibê bû û di heman demê de behsa koçberiya welatiyên Efrînê ji ber dagirkirina Tirkiyeyê nekir.

Netewên Yekbûyî careke din ji ber agahiyên berdewama pêlên koçberiyê yên berfireh li herêmên Sûriyeyê xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: "Li gorî raporan di nîvsaliya îsal de nêzî 1.2 milyon kes di hundirê Sûriyeyê de pêrîşan bûne, ango rojane 6500 kes."

Ji Buroya Berdevkê Netewên Yekbûyî Arî Konîko diyar kir ku hejmara herî zêde ya pêlên koçberiya hundirîn di sê mehên destpêka îsal de li Idlibê pêk hat. Her wiha bal kişand ku çalakiyên leşkerî yên rêjîmê hişt ku nêzî 400 hezar kes koçber bibin.

 Her wiha mezintirîn pêla koçberiyê di van demên dawî li Deraayê pêk hat dema ku çalakiyên leşkerî hişt ku bêtirî 300 hezar kes ji malên xwe koçber bibin.

Di rapora Netewên Yekbûyî de behsa sedhezaran welatiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya Tirkiyeyê koçber bûne ku di 20'ê çileya îsal de dest pê kiriye, nehatiye kirin.

Di çarçoveya êrîşa Tirkiyeyê de li dijî herêma Efrînê bêtirî 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi sedan birîndar bûn. Êrîşa Tirkiyeyê her wiha li dijî deverên dîrokî û şûnwarên Efrînê pêk hat û di encamê de bi sedhezaran welatiyên Efrînê neçar bûn ku ber bi herêma Şehba ve koçber bibin. Destdirêjî û çalakiyên talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê hêjî ji aliyê artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve berdewam dike.

PUKmedia/Anha

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket