Ji bo qirkirina Şengalê wê çalakî werin lidarxistin

kurdistani 06:07 PM - 2018-07-30
Li gelemperiya cîhanê ji bo qirkirina Şengalê wê çalakî werin lidarxistin

Li gelemperiya cîhanê ji bo qirkirina Şengalê wê çalakî werin lidarxistin

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), wê bi wesîleya salvegera êrîşên qirkirinê yên 3'ê Tebaxa 2014'an ên li Şengalê, li gelemperiya cîhanê çalakiyan li dar bixe.

Çalakî wê bi dirûşma "Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye" bi pêşengiya tevgera jinên pêk werin. Heman rojê wê saet 18'an ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de hatin kuştin deqeyek rêz were girtin.

TJK-E li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên beriya bi 4 salan hatin kirin: "3'ê Tebaxa 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê li pêş çavên tevahiya cîhanê êrîş birin ser civaka Êzidî ya li Şengalê û qirkirineke mezin kirin. Armanca êrîşan tinekirina baweriya Êzidiyatiyê ya qedîm bû. Ji ber vê yekê bi rêk û pêk êrîş li jinên Êzidî hate kirin. Ya ku hate qirkirin, di heman demê de qirkirina jinê bû. Çeteyên DAÎŞ'ê zêdeyî 3000 Êzidî kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn. Bi deh hezaran mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin. Beşek ji mirovên xwe li çiyê girtin, bi taybetî zarok, ji tîna û birçîbûnê mirin. 5 hezar jin û zarok bi saxî ketin destê çeteyan û bi rêk û pêk êşkence û destavêtin li wan hate kirin. Mîna koleyan li bazaran hatin firotin. Aqûbeta bi hezaran kesên di destê çeteyan de êsîr in, hîn jî nayê zanîn."

TJK-E bi bîr xist, ev êrîşa ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke qirkirinê hate binavkirin, di dîroka civaka Êzidî de fermana 74'an e û wiha dewam kir: "Fermana 74'an jî mîna yên beriya xwe bi xwînê li rûpelên dîrokê hate nivîsandin. Qirkirineke mezin, qirkirina jin û zarokan û koçberî ji ber vê karesata mezin man. Civaka Êzidî piştî vê qirkirinê dît bê xwerêveberî û xweparastin ji bo parastina xwe û baweriya xwe çiqasî pêwîst û girîng e. Û bi pêşengiya jinan li Şengalê yekemcar xweseriya demokratîk hate ragihandin."

TJK-E işaret bi metirsiya mezin a qirkirina jinê ya li gelemperiya cîhanê kir û got, "Li çar aliyên cîhanê jin ji ber zayendiya xwe dibin hedefa êrîşan û bi hovane têne kuştin. Destavêtin, destdirêjî, şîdeta derûnî û aborî ya li jinan tê kirin, her dewam e. Yên ku van sûcan dikin jî mixabin nayên darizandin. Mîna êrîşên qirkirinê, qirkirina jinê jî li qada neteweyî û navneteweyî bê ceza dimîne."

TJK-E ev bang li jinên li çar aliyên cîhanê kir: "Ji bo 3'ê Tebaxê weke 'Roja Qirkirina Jinê û Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qirkirinê' bê qebûlkirin, wê roja 3'ê Tebaxa 2018'an li her devera cîhanê bi pêşengiya tevgera jinan bi dirûşma 'Azadiya jinê Şengalê azadiya mirovahiyê ye' çalakî bên lidarxistin. Saet 18'an jî wê ji bo bîranîna mirovên hatin kuştin, deqeyek rêz were girtin.

Di serî de jinên me yên rêxistinbûyî yên li Ewropa û çar aliyên Kurdistanê, em bang li hemû mirovên şoreşger û demokrat dikin ku destekê bidin van çalakiyan û piştevaniyê xurt bikin."

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket