Penorameyek li ser komkujiya Kurdên Til-Eranê û Til-Hasilê

kurdistani 05:36 PM - 2018-07-29
 Penorameyek li ser Kurdên Til-Eranê û Til-Hasilê

Penorameyek li ser Kurdên Til-Eranê û Til-Hasilê

HELEB– Hate ragihandin ku li bajarokên Til Eran û Til Hasil ên dikevin rojavayê bajarê Helebê 15 komên çekdar êrîşî welatiyên kurd dikin, malên wan talan dikin, sivîlan digirin, dikujin û li pêkanînê dijmirovahiyê dikin. Li heman herêmê pevçûnên di navbera van koman û Cephet El-Ekdar ku ji kurdan pêk tê jî didomin.

Li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên girêdayî Helebê ku piranî welatiyên kurd lê dijîn, pevçûnên ku piştî êrîşên komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra ên di 29’ê Tîrmehê de, di navbera wan û Cephet El-Ekrad de destpêkirin, didomin.

Pêkanînên li dijî mirovahiyê

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê bidest xistine, komên êrîşkar bi topên hawanê û çekên giran êrîşî herdu bajarokan dikin. Her wiha welatiyan digirin, îşkence li wan dikin û hinek welatî jî kuştine. Hate hînbûn ku di nava welatiyên ji aliyê van koman ve hatine revandin  û îşkence li wan tê kirin de jin û zarok jî hene. Hate gotin ku komên çete jinan tazî dikin û îşkenceyên dijmirovahiyê li wan dikin.

‘Hêrsa têkçûna xwe ji sivîlan digirin’

Derbarê mijarê de Berdevkê Cephet El-Ekrad Salih Cibo agahî dan ANHA’yê û got ku di pevçûnan de 5 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane û 10 jî birîndar bûne. Cibo, anî ziman ku 30 endamên komên êrîşkar jî hatine kuştin û gelek alavên leşkerî jî hatine desteserkirin. Cibo, destnîşan kir ku komên çekdar dixwazin tola têkçûna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê, li herêmên dûrî Rojava ji gelê kurd ê ku bi tenê mane bigirin û daxuyand ku komên çete gelek îşkence li welatiyên kurd dikin. Ciho got ku wan li hemberî van pêkanînan amadekariyên xwe kirine ku ew ê herêmên xwe bi parêzin.

’10 jin revandine’

Cibo, destnîşan kir êrîşkaran 10 jin revandine, ew tazî kirine, îşkence li wan kirine û pekanînên li dijî mirovahiyê kirine. Cibo anî ziman ku kesên ku ji van bajarokan derdikevin jî ji aliyê van koman ve têne gulebarankirin û hinek ji wana jiyana xwe ji dest dane.

Şahidên bûyerê jî gotin ku komên çete malên kurdan hilweşandine, talan kirine.

Ji welatiyên hatine qetilkirin ên ku navên wan hatine hînbûn ev in:

“Adil Epto, Hemud Hecî Ercûn, Nûrî Ercûn, Elî Îbnî Arif Hewa, Ednan Setuf Betûşê.”

‘Rejîm feyde jê digire’

Li aliyê din Cephet El-Ekrad têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û diyar kir ku El-Ekrad jî dibin banê Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad de cihê xwe digire, lê meclîs li hemberî pêkanînên van koman dengê xwe nake û ev bêdengî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca êrîşên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra gelê kurd û Artêşa Azad e û wiha hat gotin: “Piştî êrîşên van koman komên Artêşa Azad hêzên xwe birin Til Eran û Til Hasil. Li ser vê yekê hêzên rejîmê jî ev ji bo xwe wekî firsend dît û li herêma Sifîra û Babê xetek li ser riya Helebê jixwe re vekir.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku 15 komên çekdar êrîşî Til Eran û Til Hasil dikin û navên van koman wiha hate rêzkirin:

“Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cephet El-Nusra, Ehrar  El-Şam a ku Ebû Salih Deho pêşengiya wê dike, Cephet El-Sifêra, Ehrar Dara Izze, El-Fuc El-Ewwel a girêdayî Liwa El-Tewhîd ku kesê bi navê Îbrahîm El-Xetîp pêşengiya wê dike, Ensar El-Sina ku kesê bi navê Hêlanî pêşengiya wê dike, Ketîba Fecir El-Îslam a ku Ebdullah El-Fadî pêşengiya wê dike, Ehrar El-Sefîra ku Zekur Derdiş pêşengiya wê dike, Ehrar El-Reyyan a ku Ehmed Yusuf pêşengiya wê dike, Ehrar Xenasir ku kesê bi navê Mazin pêşengiya wê dike, ketîba Elî Bin Ebû Talip a ku kesê bi navê Welîd Hekîm pêşengiya wê dike, Ketîba Emmar Bin Yasir a ku kesê bi navê Mehemed Hesen pêşengiya wê dike, Liwa El-Fetih, Lîwa Sultan Mehemed Fatih û  hinek komên din.”

31/7/2013


Serokê Meclisa Til Eran: Ji bo kuştina ‘kafiran’ hatibûn

4/8/2013
   

EFRÎN- Serokê Meclisa Gel a bajarên Til Hasil û Til Eranê Cûma Kalo komkujiya li Til Eran û Til Halis bi hemû aliyê reva kir. Kalo dazanîn ku komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusra bê mebest ji nişkê ve êrîşî mirov, mal û namûsa Kurdan kirine û komkujiyê pêkanîne.

Serokê Meclisa Gel a bajarên Til Hasil û Til Eranê Cuma Kalo di derbrê êrîşa komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Cebhet El-Nusra ya li ser bajarê Til Eranê de axivî û rastiya  komkujiyê ravekirin. Kalo got  ew û çend kesên din roja sêşemê li Mala Gel bûne bê mebest ji nişkave komên çeteyan êrîşî bajêr kirine û di navbera wan û şervanên Eniya Kurdan de pevçûn çêbûn û êrîş ta derengî şevê dewam kirin.

“Ji bo kuştina Kafiran û talankirina mal û namûsê hatibûn”

Kalo dest nîşan kisr ku piştî berxwedana şervanên Eniya Kurdan li dijî çeteyên El-Nusra, komên dibin banê wan çeteyan di mizgeftan de bang li welatiyan kirin ku ji gund derkevin yan na ew ê wan bikujin.

Hinek kesên gund bi alîkariya şervanên Eniya Kurdan jin û zarok jin gund desrxistin. Roja çarşemê komên çeteyan careke din di mizgeftan de bang kirin û vê carê kuştina Kurdan û her kesê bi çek helal kirin, digotin ew jibo kuştina “Kafiran” hatine û her kesê çek hilgiri be wê bê kuştin, yên ku çekên xwe deynin wê di dadgehên Şerîetê de bêne dadgeh kirin.

“Me yekî Kafir Kuşt”

Kalo her wiha diyar kir ku hinek gundiyan malên xwe bernedan û li kêleka Eniya Kurdan li dijî komên çeteyan şer kirin. Yek ji van gundiyan Hacî Adil bû, Hacî Adil cîgirê Serokê Meclisa Gel e, birîndar bû û ta nefesa xwe ya dawiyê liberxwe da û şer kir. Şahidekî bûyerê  derbarê bexwedana Hacî Adil de ev tişti gotin “Hecî Adil di şer de birîndar bû, lê wî xwe paşde nekişand, wî dixwest rê bide jin û zarokan ku karibin ji gund birevin, piştî ku jiyana xwe dest da, çeteyan serê wî jêkirin û li kolanan gerandin û digotin ‘me kafirek kuşt’. "

“Bi navê Îslamê gelê Kurd dikujin”

Cuma Kalo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku komên çeteyan bi hênceta ku Kurd xwe li  li Til Eranê rêxistin dikin êrîş pêkanîne, êrîşê xwe disipartin rêxist bûna gelê Kurd. Kalo diyar kir ku “Komên çeteyan dûrî ehlaqê civakê tevdigerên û hemû sînorê civakî, çandî û ehlaqî binpê dikin.  Ev komên ji hemû nirxên mirovatî dûrin, bi navê islamê kuştina Kurdan helal dikin û komkujina anîn. Gelê kurd li herêma Til Eranê bi salan bi gelên din ên herêmê re dijî û tu caran zirar li kesî nekirine.”

“Seriyan jêdikin û namûsa Kurdan helal dikin”

Kalo axaftina xwe wiha dewam kir  “Endamên koma Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam jin jî girtin û işkence li wan kirin, cilên wan qetan din, malbatên hin şervanan girtin û namûsa jinan hedir kirin û malên wan şewitan din, yên birîndar jî serjêdikirin."

“Gel bi komkujiyan rû bi rû ye”

Di derbarê rewşa mirovan ya Til Eranê de Kalo diyar kir ku liwir rewşeke aloz heye. Piraniya malbatan li çolê di bin konan de dijîn û komên çeteyan nahêlin ku  em bighêjin cihê ewle. , Kalo wiha dewam kir “Endamên komên çeteyan êrîşî konan dikin û li endamên Eniya Kurdan digerin, îşkence li gel dikin û gelek kesan jî direvînin.”

“Ma rejîm li Til Eranê ye”

Kalo di dewama axaftina xwe de ev pirs vegot “Gelo ev kom bi rastî li dijî rejîmê ne?”

Kalo “Di navbera me û hêzên rejîmê de 4 km hene û di navbera baregehên komên çekdar û rejîmê de tenê 2 km hene, çima naçin şerê rejîmê nakin û têne şerê Kurdan dikin? Bi hezaran şervanên ku Meclisa leşkerî piştgirya wan dike eger êrîşî balefirgeha Nêrebê bikiribana nniha rizgar kirbûna.  Lê wan koman ji 6 mehan û vire guleyek jî li dijî rejîmê neteqandine."

Banga yekîtiyê

Kalo bang li gelê Kurd yên hemû herêmên Kurdî kir ku li dijî komkujiyan bideng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî “Jiber em li Til Eranê ne yek bûn çeteyên Îslamî em têkbirin û bajarê me dagîr kirin. Em bang li Kurdên li herêmên din ên Rojava dikin ku bibin yek da ku komkujiya li Til Eran û Til Hasilê çêbûyî dubara nebe."

Komkujiya Til Eran û Til Hasil hatin bîranîn

 Meclîsa Herêmî ya bajarê Babê komkujiya Til Erban û Til Hasil ku ket sala xwe ya duyemîn şermezar kir û cangoriyên komkujiyê bibîr anîn.

Bi sedan şêniyên Til Eran û Til Hasil û nûnerên meclîsa Herêmî ya Bajarê Babê ya Helebê, her wiha endamên saziyên civakî yên sivîl bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiya Til Eran û Til Hasil ku keta sala duyemîn bi bîr anîn. Merasîma bîranînê li Meydana Azadî ya Efrînê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Babê Sefînar Mihemed axivî û kesên komkujiya Til Ereba û Til Hasil ên Helebê bibîr anîn û got : ̎Şehîdên me bûn şehîdên azadiyê. Em îro şehîdên ku di encama êrîşên komên çete ya li ser herêma Baabê bi bîr tînin em careke din sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.”

Piştre peyama TEV-DEM’ê ji aliyê Endamê TEV-DEM’ê Mihemed Ebid Selam ve hate xwendin. Selam, da zanîn ku êrîşa komên çete yên DIAŞ’ê li ser Til Eran û Til Hasil êrîşa li dijî hemû gelê kurd bû. Ev êrîşa hovane ne tenê li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasil bû. Bi vê boneyê em bê dengiya civaka navnetewî ya beranberî êrîşê jî şermezar dikin.̎

Di merasîmê de li ser navê Hevgirtina Niştimanî ya Sûriyê Elai El-Dîn Kalo axivî û got ku êrîşa li dijî şêniyên Til Eran û Til Hasil di çarçoveya planên li dijî gelê kurd pêk hatiye û ev tişt anî ziman: ̎Tevlî hemû êrîşan jî gelê kurd karîbû bi pêkhateyên din re jiyana hevbeş biafirîne û mafê xwe yê demokratîk bi dest bixe.̎

Li ser navê Eniya El-Ekrad jî Îbrehîm Esaf axivî û ev tişt got: ̎ Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Şervanên me li dijî hovîtiyê şer kirin û canê xwe feda kirin, em îro bi rêzdarî bibîr tînin.̎

Li ser navê Meclîsa Rêvber a Herêma Babê Mihemed Şêxmûs axivî û qurbaniyên komkujiya Til Eran û Til Hasil bi bîr anî û got: ̎Komkujî 2 sal berê bi destê komên çete yên DAIŞ’ê û El-Nusra pêk hatiye. Hin komên çekdar ên bi fermana Tirkiyê tevdigerin cihê xwe di komkujiyê de girtin. Hevgirtina gelê kurd û hemû pêkhateyên din hemû plan vela derxistin û gelek destkeftî bi destxistin.̎

Di dawiya merasîmê de beşdaran bê navber diruşme berz kirin.

Komkujiya Til Ereban û Til Hasil ên bakurê Helebê di 27’ê tîrmeha 2013’an de bi destê komên çete yên DAIŞ’ê û El-Nusra pêk hatiye. Di encama êrîşa li ser Til Eran û Til Hasil ku piraniya şêniyê wan kurd in bi sedan welatî hatin qetilkirin û bi hezaran kesên ku malên wan hatin talankirin koçber bûn.
29/7/2015


Penorameyek li ser Kurdên Til-Eranê û Til-Hasilê


27/2/2013
Xwendevanên malpera PUKmedia`yê yên beşa Kurmancî dikarin, vê babetê ku ji bo rastiya Kurdên me yên hundakirî, an jî paşguhan xistî, an jî ji bernameya siyasî ya Kurdên Rojavayê jibîrkirî, gelek girîngiya wê hebe. Her weha ji bo ku her kes ji aliyê xwe ve, hewil bide ku rastiya vê xelkê wunda neke, dibe em hemû bi hevre destek bidin belavkirina nûçe û raport û gotarên derbarê deverên Til-Eran û Til-Hasilê û yên din ku ser bi navçeya Babê ye.

Werin em bi hev re hine ji nûçeyên ku ji aliyê malpera me ya beşa Kurmancî ve hatine weşandin bixwînin û destek bidin bi pêşveçûna wê.

Til-Eran: Îro dîsan hat bombebaran kirin û gel reviyan
BajarokaTil-Eranê dîsan hat bomberankirin û dîsan xelkê me yên parîşana cenga nerewa dest ji cîhûwarên xwe berdan û reviyan derdora wê navçeyê taku jiyana zarokên xwe yên biçûk ji komkujiyan rizgar bikin.
 Li gorî rûpela civakî ya Til-Eranê ku piştî rawestandina şer û pevçûn û avêtina moşekan li dijî bajaroka Til-Eranê ji çend rojan ve hatiye rawestan ji ber wê yekê, xelkê, vegeriyan malên xwe, lê piştî careke din rêjîma Sûriye dest bi bombebarankirinê kir, dîsan xelkên wê bajarokê ku nûh vegerîbûn malên xwe, dest bi revê kirin û car din mal û emlakên xwe berdan.
Hêjayî gotinê ye ku bajaroka Til-Eranê gelek gundên wê jî hene wek Til-Hasil, Til-Elem, Kebar, Bilat ku tev Kurdin û li navçeya Sefîrê ya rojhilatê Helebê ye ku bêtir ji 45  bo 50 hezar Kurd tê de dijîn ku dema xwe de, ji bakurê Kurdistanê ji ber komkujiyan reviyabûn wan navçana.
Til-Eran: 5 guleyên topan ketin nav malan
Hatem zanîn ku li bajaroka Til-Eranê ku hemû akinciyên wê Kurdin û hejmara nîşteciyên wê bajarokê bêtire ji 30 hezar kes, îro piştî nîvro 5 guleyên topên hawan yên rêjîma Esed li nava kolanên bajarokê ketine û tirseke mezin di nava gelê Kurd de pêkaniye.
Lê di derbarê ziyan û zirarên madî û giyanî, hîç zaniyaryeke nûh neketiye destê me û her tiştekî nûh hebe emê ji xwendevanên xwe re bidin weşandin.
Hêjayî gotinê ye ku di roja çarşemê de, ji ber pevçûnên di navbera artêşa azad û artêşa rêjîma Sûrî de, rêjîma Sûrî dest bi bombebarankirina Til-Eran û Til-Hasilê kir û di encamê de, 10 welatiyên Kurd şehîd ketin û bêtir ji 15 jî birîndar bûn.
Til-Hasil: 3 welatiyên Kurd şehîd ketin
Li gorî payemnêrê ajansa ANFê ku îro li gundekî ser bi Til-Eranê ve, di encama pevçûnên di navbera Cebhet Nesra û artêşa Rêjîmê de, 3 welatiyên kurd yên sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Her weha di berdewamiya pevçûnan de, bêtir ji 20 malaên sivîl yên kurd hatine rûxandin û gelek firoşgeh û 15 kes jî bi giranî hatine birîndar kirin.
ANF`ê aşkire kir ku jina muxtarê Til-Hasilê û Fatîme Kalo 15 salî, Hesen Mihemed Kalo ji ber ketina mal bi ser wan de, tev şehîd ketine û 15 kesêên din jî birîndar bûne.
Her weha artêşa rêjîmê bi temamî ji gundê Til-Hasilê derketiye û gelek çek û teqemenî jî, ketiye destê Cebhet Nasrayê.
Tê gotin ku êdî akinciyên wê gundî bi giştî dest ji mal û emlakên xwe berdan e û ber bi navçeyên derdora Helebê ve koçber bûne.
Lezgîn... Li Til-Eranê topbaran û şer dest pê kir
Li gorî jêderên navçeya Sefîrê ku niha li bajaroka Til--Eran ku hemû akinciyên wê kurdin, ji aliyê rêjîma Sûriye ve tê bombebarankirin.
Her weha di wê şerî de, artêşa azad û artêşa rêjîmê  bi dijawrî pevçûnan dikin û ji ber wê yekê jî, piraniya xwelkê wê bajarokê ji malên xwe derketin û reviyan derveyê bajêr.
Ew jêder didin xuyakirin ku bi dehan kuştî û birîndar ji herdu aliyan hene.
Til-Eran: Li Rojhilata Helebê, 7 kesan jiyan ji dest dan
Hate zanîn ku ji ber bombebarankirina firokeyên rêjîma Sûriyê, 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan 3 ji wan zarokên biçûk bûn.
Her weha niha jî li ber sînorê bajaroka Til-Eranê, artêşa azad xwe kom ser hevkiriyem û ji aliyekî din ve jî, artêşa rêjîma Sûriyê jî, bi duşkan û topan bi derdora wan ketiye û ew ê ziyanê dibîne tenê gelê Kurd yên li wê deverê ne.
Hêjayî gotinê ye ku li bajaroka Til-Eranê û derdora wê zêdetir ji 45-50 hezar Kurd hene û piraniya wan jî, beriya 200 sal berê ji aliyê deşta Heranê ya Bakurê Kurdistanê ve hatibûn.
Li Til-Eranê 11 termên hêzên taybet yên rêjîma Sûriye hatin dîtin..
Li gorî jêderên ji navçeya sefîreyê û bajaroka Til-Eranê ya akinciyên wê tev Kurdin, dibêjin ku piştî şer û pevçûnên duhî li derdora bajaroka Til-Eranê, îro di enacama lêgerînê de, 11 leşkerên hêza taybet yên rêjîma Sûrî hatin dîtin.
Her weha ew jêder didin diyarkirin ku ew terim nayên nasîn û nasnameyên wan jî nînin, ji ber wê yekê ew li bajaroka Til-eranê bi komî xistin bin axê.
Hêjayî gotinê ye ku li nêzî bajaroka Til-Eranê ya Kurdî pabrîkeya bi nave Berevaniyê heye ku hemû reng û curên çekan çêdike û ne dûr e jî ku çekên kîmyawî jî di wê cihê de hebin, ji ber wê yekê milmilaniyeke mezin di navbera artêşa azad û artêşa rêjîmê de heye taku ew şûn bikeve destê artêşa azad û jib o wê yekê jî rêjîm bi hemû hêza xwe berevaniyê li wê navçeyê dike.
Li Til-Eranê şer gur dibe, 1 şehîd û 5 birîndar
Îro piştî ku rêjîma Sûriye û artêşa azad dest bi êrişan li dijî binkeyên hev du kirin, xelkê bajaroka Til-Eranê neçar man ku bajarokê bi cih bihêlin û biçin gundên derdora wê û baran jî dibare û sermaye zivistanê jî her diçe dijawar dibe.
Li gorî mekteba ragihandina Til-Eranê ku rewşa gel her diçe xirap dibe û di encama pevçûnên îro de, malake Kurd rastî êrişê hatiye  bûye sedema jiyan jidestdana ciwanekî 35 salî yê bi navê Hesen Remedan Ato û 5 kes ji malabata wî jî bi giranî birîndar bûne.
Di rûpela xwe de, ya bi navîşana http://www.facebook.com/infotelaran, dide diyarkirin ku gelek moşek û topên hawanê li nava bajaroka Til-Eranê ketine û miletê Kurd koçber bûye.
Ji ber wê yekê bangawaziyek ji hemû aliyên ragihandina Kurdî re tê kirin ku hewil bidin Kurdên wê deverê ji bîr nekin û piştgiriyê lê bikin û ti cudabûna wan ligel Serêkaniyê û Eşrefiyê nîne.
Li Til-Eranê şer koçberkirina gelê Kurd berdewam e
Jêderên agahdar didin zanîn ku li bajaroka Til-eranê ya Kurdî bi  hezaran welatiyên sivîl cih û warên xwe berdan e û derketine çul û baniyan û şerê rêjîmê û ya artêşa azad jî berdewame û hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG`ê jî di hewldana parastina bajarokê de ye ku hêzên rêjîmê nekevin nava bajaroka Til-Eranê.
Di demekê de ye ku li navçeya Eşrefiyê ya Helebê ku piraniya xelkê wê Kurdiên Efrînê ne, ev bêtir ji 15 rojan e bi ser hevdu de, şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîm û yên YPG`ê de, bi awayekî dijwar  berdewam e.
Her weha di encama wê şerê de, bêtir ji 75 serbazên hêzên taybet yên rêjîmê hatine kuştin û bi sedan birîndar bûne, lê ziyanên YPGê heya niha 8 şervana jiyana xwe ji dest dane.
Ew şer bi giranî didome û rêjîma Sûriye bi top, tank û zêrepoşan li dijî mal û warên sivîl bikartîne û gelê Eşerefiyê ji %60 derketiye û derbasî Efrîn û Şêxmeqsûdê bûne.
Til-Eran: Şer û pevçn her berdewam e
Li gorî mekteba ragihandina Til-Eranê ku duh jî bi awayekî dijwar şer û pevçnên di navbera aliyên opozisyona Sûrî û rêjîmê de berdewambû, lê jêderên ji wê navçelê didin zanîn ku ew êrişên rêjîma Ba`esê ku li dijî bajaroka Til-Eranê gelek dijwar bûye û hemû moşek û topên xwe li dijî mal û akinciyên sivîl bikartîne.
Di encama wan êrişan de, jineke bi navê Elmaz Remo Elîf û lawê wê yê biçûk şehîd ketin û gelek kesên din jî birîndar bûne.
Her weha bi hesaran welatiyên Til-Eranê koçberî derveyî mal û cihên xwe bûne û rewşa jiyanî gelek zehmet û dijwar bûye.
Her çende ku xelkê Til-Eranê banga hemû aliyên Kurdî yên siyasî, serbazî, ragihandinî, hawarî kirine, lê hîn jî bi fermî ji bilî kenala Ronahî.tv û Gelê Kurdistan û PUKmedia û Xeber24`ê û Radiyoya Newayê ti aliyên din yên ragihandinî nebûne bersiva wê bangwaziyê.
Lê ji aliyê serbaziyê ve jî, heya niha tenê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  û artêşa azad di meydana çer û pevçûnan de hene.
Til-Eran... Bi topa tankê ciwanekî Kurd jiyan ji dest da
Li gorî rûpela civakî ya Til-Eran û Til-Hasilê ku demjimêrek beriya niha li bajaroka Til-Eranê ya Kurdî 27 kim li rojhilatê Helebê, Ciwanekî Kurd 18 salî bi navê Newres Mihemed Bişar bi topa tankê rêjîma Sûriye şehîd ket.
Li gorî wê rûpelê niha jî ango îro demjimêr 6 ê hêvarê li gundê Til-Hasilê jî, moşekek ji aliyê rêjîmê ve hate avêtin û kete nava gund, lê heya niha ziyanên wê çimadî an jî canî nehatiye aşkirekirin an jî nehatiye zanîn.
Hêjayî gotinê ye ku li bajaroka Til-Eranê ev bêtir ji 25 rojane ku şer di navbera hêzên artêşa- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û artêşa rêjîma Sûriye de berdewm e û rêjîm bi top û tankan û hawanan davêje nav bajaroka Ti-Eranê û her weha gundên derdora wê, ew jî bûye sedema koçberkirina bi sedan kes û ber bi navçeyên derveyê navçeyên xwe  ve reviyan.

Hêjayî gotinê ye ku bajaroka Til-Eranê gelek gundên wê jî hene wek Til-Hasil, Til-Elem, Kebar, Bilat ku tev Kurdin û li navçeya Sefîrê ya rojhilatê bajarê Helebê ye ku bêtir ji 45  bo 50 hezar Kurd tê de dijîn, ew xelkê Kurd ku dema xwe de, ji Bakurê Kurdistanê ji ber komkujiyan reviyabûn wan navça û deveran, Her weha piraniya wan jî, beriya 200 sal berê ji aliyê deşta Heranê ya Bakurê Kurdistanê ve hatibûn, ji eşîret û êlên Kurdî mîna Dinayî, Bêskî, Reşî, Barazî û Bêserî, digel wê de, malbat hatin pêşketin ku ji malbatên wê deverê malbata Terbûş, Bişar, Hemko, Kalo, Şimo, Hirçê, Heskawî û Remo, ew hemû xwediyên taybetmendiyên nîştimanperwer in, gelek mêvan perwer in, ji Kurdên Efrîn, Kobanî, Serêkanî, Qamîşlo û deverên din yên Cezîrê hezdikin û pabendiyan wan bi doza Kurdî re gelek bihêz e, Xwedî şehîd û şoreşger û xebatkarin di nav tevgera azadiya gelê Kurd de. Ji bo wê yekê ji her Kurdekî bi rûmet tê xwastin ku xwedî li Kurdên me yên devera Til-Eranê û Til-Hasilê derkevin û xwedî helwest bin.

Hozan Efrînî


PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket