Komkujiya ALEQEMŞÊ- BIRADOSTÊ MÎTANÎ

kurdistani 05:46 PM - 2018-07-26
Komkujiya ALEQEMŞÊ- BIRADOSTÊ MÎTANÎ

Komkujiya ALEQEMŞÊ- BIRADOSTÊ MÎTANÎ

Hêjano : Di dîroka ne gelek dûr de ya me KURDAN ,rêjîma Tirk komkujiyek weke hercar aniye serê gelê me .Ka werin em bi hev re wê komkujiya hovane nasbikin :

Komkujiya ALEQEMŞÊ :

Xurgiliya komkujiyê :

Gundê ALEQEMŞÊ :

ALEQMşê dikeve ser Ҫem û kehniyekê de , di bakurê KURDISTANê de, nêzîkî sînorê ROJAVA bi pênc kêlo mitran, li bara DÊRNAAXê, ya dikve bakur rojavayê zeviya petrolê RIMÊLANê.ALEQEMŞÊ girêdayî eyaleta MÎRDÎNÊ bû, di destê malbata osmên de bû ji wan serwerê wê berêz XELÎLÊ OSMAN û SÎMAYIL û MIRAD . EV HERDU Îro di qorên xwe de bê serî ne ji layTIRKAN ve hatibûn gurandin , nêzîkî 200 malî bûn , rûbara zemîna gund 7000 Ҫiwal in, di kevê neqeba gundên BANIH ,SOSIN,SERKANÎ u Ziyok de .

-Sedemên komkuiyê : 1-nijadperstiya tirkî ta weke îro jî .

2- welatparêziya malbatê û têkliyên wan bi mîrekên bedirxaniyên Cizîra BOTAN re.

3-Destdirêjiya ne raweştî û exlaqî ya leşker û cindirmên tirk, û netehmûlkirina gundiyan ji wan re , digiha asta ku gundî wan dîl bikin û gera stiryan bi wan bikin.

4- Terora desthilatdarên tirk yên xwestin KURDAN Ҫav şikandî bikin piştî şoreşa şêx SE'ÎD pîran ê nemir.

5-Berêz HACO AXA xwe li malbatê girt û dema di odê de bû hêza TIRKî û bi wan re CIMO yê ji êla hevêrkan( HACO serokê wê êlê bû) biser gund de girtin , lê malbatê bi hinceta xwarinê bidine wan ew mijûl kirin, û tiving kirine serê CIMO de, ta HACO rizgar kirin û derxistin û derbasî binxetê bû bi 15 hevalên wî ve,lê malbatê gerew danî di cih de serwerê gund berêz XELÎLÊ OSMÊN Tirkan ew girt û kirne zindana MÊRDÎNÊ de û zilamên gund reviyan gundên binxetê ji wan MAŞOQê.

-Naveroka komkujiyê:

Ew di 14-2-1926 Ҫê bû ( Nerînin dibêjin ew 2-2-1923z Ҫê biwe)900 şehîd ketin .

Dema MISTEFA ETATORK lêbûrîn derxist ji tekoşerên KURD re, henek bi hêvî bûn ku vegerin warên xwe, ji wan xelkên ALEQEMŞÊ , ji bo vê yekê berêz QASIMÊ HESEN amê XELÎLÊ OSMÊN û berêz REMO Ҫûne BANIHÊ û berêz QASIMÊ ŞÊX EVDILREHMAN birine cem qumandar ji boyî mehderê(تشفع) bikin û gel vegere malên xwe. wî got bila vegerin , lê ew pîlaneke qirêj bû .

Dema xelkên ALEQEMŞÊ vegerihan gundê xwe , Etatork fermana qirkirina wan da û jin kirne hewşekê de û mêr kirne hewşeke din de, û hemû gulebaran kirin, û kuştin, û ser hev de ew kelaş komkirin, û bi singoyan binav kelaşan ketin ji boyî yekî birîndar ne filite ji kuştinê, û binava gund ketin di qozî û gov û malan de digerihan, ên didîtin ew di kuştin, û cendekên wan tanîn nav herdu koman , piştre pûş û xernûfa hişk anîn ser wan danîn, û agir bi wan de gur kirin ,û şewitandin , piştre di korteka mezin de li başûrê gund û mêr di yeka wilo de li bakurê gund binax kirin bêyî goran ji şehîda re Ҫêbikin.
Hovîtiya rêjîma tirk ji hingî ta îro berdewame jê :1- Darvekirin bi kar anîn. 2-Berîk di laşan de kolan. 3-ser çi di zikê dayîkeke ducanî de ye, ka kure yan keçe dema zikê wê sax bi qetînin du leşker bi şert û qewl leyistin ,ê ji wan bi xisire wê pakêtek Ҫixare ji yê din re bikire.4- Leşkerekî Tirk sewesî bû ,dema wî di dergûşekê de singoyê xwe li zikê zarokekê xist, ew zarok di kenî , wî bazdida û di got Ҫûçuk ҪûҪuk .

Stranên me yên filoklorî ew dîrok tomar kirine : Ew sala ALEQEMŞÊ , ji û mêr kirine hewşê. Ew zarokên bê gunih , ji wan kirin ser û guh . Ew wehşên kurên wehşa , kom çê kirin ji kelaşan ..........

Nivîs-lêkolîn; BIRADOSTÊ MÎTANÎ

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket