Peqîn li Nêzîk Balyozxana Amerîka li Çînê

kurdistani 04:37 PM - 2018-07-26
Logoyê Balyozxana Amerîka li Çînê

Logoyê Balyozxana Amerîka li Çînê

Kesekî li nêzîk balyozxana Amerîka li Pekîn, paytexta Çînê Pêncşemê bombeyek teqandîye, çavkaniyên polîsê Çînê daye eşkere kirin ku, di encama peqînê de kesê êrîşkar birîndar bûye.

Di mediya civakî de wêne û dîmenên peqînê hatine weşandin, dûkelek zêde û otombîlên polîsan xûya dikin, û hêzên polîsan derhal dewrûberên avahiyê balyozxanê dûrpêç kirin.

Balyozxana Amerîka li Pekîn, li ser bûyerê daxûyaniyek di malpera xwe ya fermî de weşand û da zanîn ku peqîn roja Pêncşemê li dewrûberên demjimêr 1:00 piştî nîvro li gor dema navxweyî ya Çînê pêkhatîye, ciyê bûyer lê pêkhatî cadeya dikeve dervey başûrê rojavayê komelgeha ku baloyzxane lê dimîne, daxûyanî dide zanîn ku di bûyerê de ziyanên madî û mirovî nebûn tenê kesê êrîşkarî birîndar bûye.

Dayîreya polîsên Pekîn daxûyaniyek li ser malpera xwe ya elektronî weşand û dibêje, kesê êrîşkar 26 salîye ji herêma navxwe ya Mongolia ye, tenê jibo ku navê xwe derxe ew êrîş encam daye, herweha malpera polîsan gotiye kesê êrîşkar ji destê xwe birîndar bûye, ji sedema avêtina bombeyê ya ku ji lîstikên agirîn hatîye çêkirin.

Li aliyekê din rojnama Global Times ya ku ji aliyê dewletê vet ê weşandin, gotiye, serê sibeya Pêncşemê polîsan jineke bi goman li nêzîk balyozxana Amerîka girtîye, wê jinê panzîn bi xwe de kir bû, tê goman kirin ku dixwes xwe bi şewitîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket