Bîlançoya êrîşên li Sûweydayê giran û zêde dibe
kurdistani 11:38 AM - 2018-07-26Bîlançoya êrîşên li Sûweydayê giran û zêde dibe
Li gorî bîlançoya dawî ya êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma Sûweyda ya li başûrê Sûriyeyê, ku roja Çarşemê bi rengekî koordîneyî hatin kirin, nêzî 250 kes mirin.
Çeteyên DAÎŞ'ê bi rengekî koordîneyî êrîş birin ser gelek gundên li herêma Sûweydayê. Di dema êrîşan de gelek çalakiyên xwekujî hatin kirin. Sûweyda ji aliyê rejîmê ve hatiye kontrolkirin. Çeteyên DAÎŞ'ê jî li çola li bakurê rojhilat ê vê herêma ku piraniya şêniyên wê Dûrzî ne. Sûweyda ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî û vir ve zêde neketibû bin bandora şer.
Ji roja Çarşemê û vir ve bîlançoya êrîşan timî zêde bû. Di êrîşan de ku çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya wan li xwe girtin, li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê nêzî 250 kes mirin. Midûrê Saziya Çavdêriyê Ramî Abdul Rahman got, "Niha 246 kes mirin e ku 135 jê sivîl in." Ji bilî sivîlan ên jiyana xwe ji dest dane; şervanên alîgirê rejîmê ne û gundiyên ku ji bo parastina gundên xwe rahiştine çekê,destnîşan kir ku gelek sivîl hin windan e.
Hêjay gotinêye ku Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku herî kêm 45 çeteyên DAÎŞ'ê di dema êrîşan de mirine.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
Serok Bafil: Hilbijartin ezmûna me mezin dike
04:37 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18