Ciwanekî rûkenî Efrînî bi tiradiciyetî jiyan derda

kurdistani 06:42 PM - 2018-07-25
Ciwanekî rûkenî Efrînî bi tiratîjiyekî jiyan derda

Ciwanekî rûkenî Efrînî bi tiratîjiyekî jiyan derda

ji bo tevahiya malbat a Yûsif li gundê Aqûbê ya navçeya Şêrawa li herêma Efrîna dagîrkirî yên xembar yek ji we çû bila hûn xweş bin...

Di roja yekşemê 22/07/2018`an,  li ser riya Xelekan—Dokanê, li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, di encama lihevketina du otombîlan de, ciwanê Efrînî Şêrzad Yûsif jiyana xwe bi yekcarî ji dest da.

Mixabin ev buyer êşek û xemgîniyeke mezin û bê sînor ji bo me tevahiyan bû, bi taybet dema ku min bihîst ew birîndare û li nexweşxaneya awarte ya Silêmaniyê ye, yekser min destûr ji cîgirê sernûserê PUKmedia’yê Kak Ata Kerîm xwest û bilezgînî ez çûme nexweşxaneya awarte.  Min ji pirsgeha nexweşxaneyê pirsîm, lê mixabin gotin tu kesî ji Rojavayê û ji Efrînê di vê demê de nehatine vir, min telefona  Samî bavê Xalid kir, got Mixabin em li mirinxaneyê ne , were vir.

Ez sardil û bê hêzbûm...

Mixabin dema min dengê giriya dayîka nemir Şêrzad bihîst, her weha dema ku min reng û dîmenên Samî û Hozan Robar dît, ew ji min re pir bi êş bû, tiradiciyeta li Efrînê di ber çavên min re tev derbas dibûn, min got ma gelo ev hemû nerihetî û neheqî û bêtar û bela tev ji beşa Efrîniyan bû ye....

Bila serê tevahiya malbat a Yûsif li gundê Aqûbê û li dervayî Efrînê û li Herêma Kurdistan û Ewropayê sax be û temendirêjî ji malbatê re be.

Mixabin me ciwanekî rûken û dilgeş û fedekarê rewnê geş ji dest da. Ev yek ne tenê ji bo malbata nemir Şêrzad xemgînî û xembarî ye, lê di rastiyê de, ji bo tevahiya xelkê Efrînê, ev buyer pir giran û xembar e.

Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket