Bazirganiya Amerîka û YE di Civîna Trump Û Juncker De

kurdistani 06:20 PM - 2018-07-25
Jean-Claude Juncker Û Donald Trump -July 8, 2017. REUTERS

Jean-Claude Juncker Û Donald Trump -July 8, 2017. REUTERS

Donald Trump û serokê Komisyona Yekêtiya Ewrûpa Jean-Claude Juncker li Hamburgê ya Almanya li hev civiyan.

Pirsa baca gomirkê dê ciyekî giring di civîna Çarşemê ya serokê Amerîka Donald Trump û serokê Komisyona Yekêtiya Ewrûpa Jean-Claude Juncker bigir e.

Juncker bi hêvîya wê yekê hatiye Washington, da ku serok Trump razî bike da ku, baca gomirkî nexe ser pîşesaziya Otombîlên welatên Ewrûpa yên bo Amerîka tên hinartin, herwiha dê hewil bide ku şerê bazirganî, yê di navbera herdu aliyan de ji hole rake.

Baca ku Trump biryar daye, dê ziyanek mezin bigehîne berhemên Otombîlên Almanya ku di rewacek mezin de ne, pîşesaziya otombîlan, elamênyom û asin di baca gomirkî ya Amerîka de li rêza pêşiyê tên.

Lê êvariya berî ku civîn di navbera Trump û Juncker de destpê bikin, hin bêhêvîtî derbarê têkiliyên bazirganî yên Amerîka û Ewrûpa de derket holê, piştî ku, serok Trump di twîteke xwe da weşand ku, divê herdu alî dest ji hemû bacên gomirkî, astengî û sermiyanan berdin.

Trump dibêje, dawîya dawî dê bibe, "bazarê azad û bazirganiyek adîlane", Trump herwiha dibêje, 'hêvîdarîn ew qayil bibin...lê ew wê naxwazin".

Trump di axiftineke xwe de, gazin kirin û got, "her kes dixwaze Amerîka bikar bîne, wê weke "dexîle" ji xwe re dibîne û dixwaze talan bike".

Hin berpirsên welatên Yekêtiya Ewrûpa jî, bersiva Trump da û dan zanîn ku، ev dê bibe sedem ku Ewrûpa jî, tedbîrên bi heman şêwe werbigirin.

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas, weke reaksiyon li hember daxûyaniyên Trump got, Ewrûpa li hember gefên Amerîka destdahêlayî namîne.

Maas di twîteke xwe de ku Sêşemê hatîye weşandin got"di berjewendiya kesekî de nîne ku, bacên tolhildanê ferz bike, ji ber ku, li dawiyê her kes dê ziyanê bibîne".

Serokê Kongresê Paul Ryan yê Komarî ku, dê destpêka sala bihê xanenişîn bibe Sêşemê derbarê bacên gomirkî yên ku Trump biryar dide bo rojnamevanan axivî û siyaseta baca gomirkî rexne kir û got ew nabîne ku bijarek baş û jîr be.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket