Yekîtî; Kurd daxwaza bicihkirina destur dike

kurdistani 07:03 PM - 2018-07-24
Yekîtî; Kurd daxwaza bicihkirina destur dike

Yekîtî; Kurd daxwaza bicihkirina destur dike

Yekîtî; Gelê Kurd daxwaza bicihkirina desturê bi awayekî rasteqîne li Êraqê dike.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji şandya Firansa û Almanyayê re got; Kurd daxwaza bicihkirina destura rasteqîne li Êraqê dike.

Îro roja sêşemê 24-7-2018`an li bajarê Silêmaniyê di avahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, pêşwazî li şanda balyoza Firansayê-Almanya ên li Êraqa federal hat kirin.

Di wê pêşwazîkirinê de, her yek ji berpirsê kargêrî ya YNKê Mela Bextiyar û herdu endamên desteya kargêr ya politburoya YNKê Omer Feteh û Hakim Qadir Hema Can, pêşwazî li şandeya balyoza Firansî ku pêhatiye ji her yek balyozê Firansayê yê li Êraqa federal Sîril Non û balyozê Almanyayê li Êraqê rêzdar Yirono Oyrit.

Her weha di wê civînê de, herdu aliyan li ser rewşa siyasî û ewlkariya giştî li Herêma Kurdistan û Êraqa federalê gotûbêj kirin û tekez kirin ku çareseriya herî rast û guncaw li Êraqê ew e ku destura Êraqê bi awayekî rasteqîne di warê kirdarî de bête bi cihkirin û hemû pirsgirêkên heyî bi awayên diyalog û aştiyane bêne çarserkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket