Li Îranê îro Yekşemê rêzek erdhejên sivik bûn ku di encama yekê ji wan de 26 kes birîndar bûn.Erdheja yekem bi pileya 4.6 li bajarokê Ruydar ê parêzgeha Hormozgan rû da. Ruydar derdora 940 kîlometir başûrî Tehrana paytext e. Demeke kurt piştî wê yeka din bi pileya 5.4 rû da, li gor Pîvana Jiyolojî ya Amerîka.Ajansa nîv fermî ya nûçeyan a Îranê gotibû ku pileya wê 5.7 e. Piştî nîvro erdhejeka bi pileya 5.9 li parêzgeha Kermanşah a nêzîkî sînorên Îraqê rû da.
Hersê erdhej jî di kûraniya 10 kîlometran de bûn ku dikarin ziyanên madî bêhtirî yên mirovî bikin. Parêzgarê Kermanşah Hoşeng Bazvand ji tilfizyona dewletê re got 26 kes birîndarbûn, lê ew hatin dermankirin. Wî got hin mal rastî ziyanên biçûk hatin.Tê zanîn, meha 11 a sala borî di encama erdhejeka 7.2 de li rojavayê welêt 600 kesî jiyana xwe jidest da. Di sala 2003’ê de erdhejeka 6.6 li bajarê Bam bû sedema mirina 26 hezar kes.
PUKmedia-VOA
Bafil Talebanî; Yekîtiyekî bihêz bo Kurdistaneke bihêz
Silêmanî: Navên namzetên malbenda 1 hatin ragiahndin
Serkevtina konferansên malbendan hat pîroz kirin
Konferansa navnetewê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê birêve çû hîn jî dirêjpêdere.
Duh roja 11-12-2019`an, li bajarê Broksil&...
Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...
71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...