Çînê rola Mam Celal bilind nirxand

kurdistani 07:54 PM - 2018-07-18
Qubad Talebanî û Nî Roj

Qubad Talebanî û Nî Roj

Konsilê Çînê rola Mam Celal di pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Çînê pir bilind nirxand.

Li bajarê Hewlêrê, Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li kunsilê nû yê Komara Çînê yê li Herêma Kurdistanê kir.

Îro roja çarşemê 18-2018`an li bajarê cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li kunsilê giştî yê nû yê Komara Çînê Nî Roj kir û li ser rewşa siyasî li Herêma Kurdistan û Êraqê kirin.

Talebanî amaje bi rola Çîn û hikûmeta Çînê û gelê Çînê kirin ku helwest û alîkariya gelê kurd kirine û roleke li ber çavan hebûne.

Ji aliyê xwe ve jî kunsilê Çînê jî rola serokê nemir Mam Celal pir bilind nixand ku xwediyê roleke pir girîng û mezin bû di pêşxistina peywendiyên gelê Çîn û kurd û Êraqê de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket