PUKmedia hat xelatkirin

kurdistani 04:57 PM - 2018-07-18
 PUKmedia hat xelatkirin

PUKmedia hat xelatkirin

Di 24mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nebînanî Kurdistanê de PUKmedia hat xelatkirin.

Îro roja çarşemê di 24mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nebînanî Kurdistanê de, merasîmeke taybet di hola Nebînan de birêve çû.

Her weha bi amadebûna berpirsê malbanda 1 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hakim Qadir Hema Can, merasîma 24 salvegera damezrandina Yekîtiya Nebînanî Kurdistanê birêve çû.

Hakim Qadir gotarek bi wê boneyê pêşkêş kir û tê de ragihand ku em bi hêvî ne ku di salê bê de, hikûmet mûçeyên we bide we û êdî em ti zehmetê û nerihetiên we ti carî nebînin ku hûn xewnên xwe bi cîbînin.

Di dawiya merasîma Yekîtiya Nebînanî Kurdistanê de, xelata rêzgirtin pêşkêşç hinek li kenalên ragihandinan kirin ku di nava wan kenalan de, malpera PUKmedia`yê jî hebû, ji ber ku girîngî daye bi rewşa nebînanan û her demê amade bû ye ku bi riya nûçe û raportan rewşa nebînanan bide pêş raya giştî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket