Dilopek din ji deriya zanista KURDAN

kurdistani 04:43 PM - 2018-07-18
EBÛ ELFÎDA' ELEYBÛÎ

EBÛ ELFÎDA' ELEYBÛÎ

Me wek stafa PUKmedia`yê bi destura dîrokzanê Kurd mamoste Biradost Mîtanî ev nivîsa pir dewlemend û hêja ku zanyariyên girîng tê de ye ( Dilopek din ji deriya zanista KURDAN-EBÛ ELFÎDA' ELEYBÛÎ) ji xwendevan û şopênerên xwe re weşand.

Ev jî naveroka nivîsa mamoste Biradost Mîtanî ye;


Ev zanyarê kurd ,gerdûnî , xaknîgarî , dîroknas û nojdar bû
Navê wî : SIMAYILÊ ELIYÊ MEHMÛDÊ MEHEMEDÊ EMERÊ ŞAHÎNŞAHÊ EYÛBÊ ŞADÎ YE , ew padîşahê HEMAYÊ bû, di dema MEMLÛKIYAN de , dema desthilata EYÛBIYAN li wê heremê vegerand 1310 z û ma ta 1331 z

Ew evîndarê avedaniyê bû , wî mizgefta dehêşa (EBÛ ELFÎDA ) , gora xwe û quba wê û menare û na'ûre avakirin, û bi ser mizgefta NÛRÎ de zêde kir ji perwerdê re, û navê wê kire REWŞEN ( Bi vî navê KURDÎ)
12 pertûk nivîsandin , yên navdar ji wan : kurtahiya dîroka miletan ,roznama beledan , gunaş , dîroka navdarên zanyariyê, pertûkek di nojdariyê de , dewleta XWARIZMÎ û pertûka elkamil e IBIN ELESÎR bire serî .

Wî li ser banê mizgefta dehêşa rewangiheke gerdûnî û feleknasî danî bû , pê Ezman lêkolîn dikir , lewra wî çiyayek ser heyvê dît , niha Ewrupiyan navê wî çiyayî li ser heyvê kirine ÇIYAYÊ EBÛ ELFÎDA
wî rêjeya avê û bejê li ser goka cîhanê gotibû.

wî li ser nojdariyê , geyê,helbest , pend ,siyaset,leşkerî ,pêtûliya felsefê , mozîk û olê dixwend û dinivîsand.
Lêkolînên wî li ekadimiyên ROSIYA , FERENSA , INCELTIRA, BELCÎKA, ÎTALIYA û gelek deverên din têne dayin di perwerdê de û navê wî yê sêyemîn e di nav navên zaniyariyan de li ser dîwarê hola simîneran di komela xaknîgariya FERENSÎ de ye.

BIRADOSTÊ MÎTANÎ

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket