Karbidestên Amerîkî Dijî Gotinên Trump Bertekên Tund Nîşan Didin

kurdistani 01:00 PM - 2018-07-17
Karbidestên Amerîkî Dijî Gotinên Trump Bertekên Tund Nîşan Didin

Karbidestên Amerîkî Dijî Gotinên Trump Bertekên Tund Nîşan Didin

Karbidestên payabilind yên Amerîkî ser gotinên Serokê Amerîka Donald Trump, ku di preskonferansa bi Serokomarê Rûsya Vladimir Putin de da zanîn ku berovajî tespîtên îstixbarta Amerîka ew nafikire ku maytekirina Rûsya di hilbijatinên de heye, bertekên tund nîşan dan.

Trump ser vekolîna Rûsya ya dozgerê taybet Robert Muller, ku 14 meh in didome, dîyar kir ku ew bo welêt kêşeyeke mezin e.

Senatorê Komarî Lindsey Graham, ku bi giştî piştgirîyê dide Trump, da zanîn ku Trump dikaribû bo hilbijartinên pêş hişyariyeke xurt bikira, lê wî fersenda tawanbarkirina Rûsya ji dest xwe revandîye. Graham, ji hesabê xwe yê Twitterê dîyar kir ku Rûsya gotinên Trump dê wek qelsbûnekê şirove bike û ew dê kêşeyan zêdetir bike.

Senatorê Komarî John McCain jî da zanîn ku di preskonferansa Helsînkî de, serokekî Amerîka yek ji performansa herî xirab ya di dîrokê de nîşan daye.

Serokê Civata Nûnerên Koarî Paul Ryan jî got ku ‘’bêguman maytekirina Rûsya di hilbijartina Amerîka ya 2016’an de heye û Rûsya hewildana xirabkirina demokrasîya li Amerîka û cîhanê didomîne’’

Ryan dîyar kir ku Rûsya û Amerîka ji alîyê exlaqî ve ne wek hevdu ne û da zanîn ku Moskow dijminîya bo nirxên sereke yên Amerîka didomîne.

Senatorê Arîzona Jeff Flake, ku ew demeke dirêj e Trump rexne dike, got ku ‘’ez qet nefikirîm ku dê serokekî Amerîka, li ber serokomarê Rûsya bisekine û jiber êrîşkarîya Rûsya, Amerîka tawanbar bike. Şermeke mezin e’’

Dîrektorê berê Îstixbarata Neteweyî James Clapper jî ji CNN’e re da zanîn ku serokê Amerîka ji alîyê Putin ve dîl hatiye girtin û hatiye tirsandin. Clapper got ku ‘’meriv nikare bawer bike û tiştekî kirêt e’’

Dîrektorê Îstixbarata Neteweyî Dan Coats jî bi daxuyanîyekê da zanîn ku wan ‘’bi awayekî zelal’’ raber kiriye ku Rûsan bi maytekirina li hilbijartina 2016’an hewil daye ku zararê bide demokrasîya Amerîka.

Endamên kongresê yên Demokrat jî jiber gotinên Trump bi hêrs bûn.

Endamê Komîsyona Îstixbaratê ya Senato Mark Warner da zanîn ku Trump dijî berpirsên xwe yên îstixbaratê bi Putin re bûye yek û tawanbarkirina Amerîka jiber maytekirina Rûsya li demokrasîya Amerîka, şermeke mezin e.

Senator Elizabeth Warren jî dîyar kir ku Trump ‘’bo zararê bide sazîyên welêt, qelskirina hevalbendan û xwedîlêderketina dîktatorekî’’ qada navneteweyî bijartîye. Warren da zanîn ku tilîya Rûsya di hilbijartina Amerîka de heye û dîyar kir ku wê êrîşî demokrasîya welêt kiriye.

Senorê Virginia Tim Kaine, ku berbijarê cîgirê serok yê Hillary Clinton bû, da zanîn ku gotinên Trump bu neteweya wan şermeke mezin e.

Senatorê Demokrat yê Florida Bill Nelson jî dîyar kir ku Putin bo hilbijartinên Mijdarê gefek e û jiber gotinên wî divê ew helwestên xwe nîşan bidin. Nelson da zanîn ku Trump berevanîya neteweya xwe nekiriye û ew şermeke mezin e.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket