Welatê min

kurdistani 05:23 PM - 2018-07-16
Helbest; Qehreman M Hesen (Miskê)

Helbest; Qehreman M Hesen (Miskê)

Bihna axa te û şînahiya zevî yên zeytûnan
xaka sor û gewr qûc û senc ên rê ûlaqa
rê yên karwanan rê ya sirtan ber bi gundên çê
li her bihin vedanekê serîncek bi dewl û cirnek avê...
Çiya merx û kelma govin
pêş û pişta her gundekî te
di her şewî yekî re pêjna olandina gundiyan qilqila dengê şivan û gavanan husê zarokan
ji dille; raste ..
Hemî rê ser ber jêrin ber bi Efrîn
Bûka war û welatê min
riya Maratê, riya Turindê, riya Kefircenê û Zareta Henên, riya Cindirês û Enderiyê
Lat û zinarên lêlûn te dişopîne
li beranber Ciyayê kurmên û newala Çema Efrînê
germahiya ava Sabûs û germikê
di deştên tera diherikin
Eniya zoyî gura û hewarê
riya pira Heşargê û deşta Sorkê
bi qirmên Fîstanê kurmancî de neqiş dayî
li quba kela Horî bihna xwe bide
ava bîra wê vexe Welaaaatoooo....
Hênkayiya bayê doderî
hewasa siyên Qêziqli
riya ava Circim
Lêce
Deveyil
Qorsêq
tilî Celemê û Endarê
nîşana gundê Xelîl
kevrî Reş
pira Romanî û Bazara Duşemê...
Li paş te man Çayê Ehlam û Şêrewa
Bihna te nayê ji bîrkirin
Efrîna dil bi şewat...
Helbest; Qehreman M Hesen (Miskê)

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket