Keneda wê alîkariya jinên Sûrî û Êraqî bike

kurdistani 05:19 PM - 2018-07-15
wezîra derva ya Kenedayê Kirîstîna Firêland

wezîra derva ya Kenedayê Kirîstîna Firêland

Keneda wê alîkariya keç û jinên Sûrî û Êraqî bike tako bi ser xwe werin.

Wezereta derva ya Kenedayê di derbarê rewşa destekdayîn û alîkariya jin û keçkên Sûrê û ên Êraqî de bi riya belavokekê ragihand ku wê Keneda bi 26.7 milyona dolaran alîkariya jin û keçkên Sûrî û Êraqî bikin.

Di wê barê de, wezîra derva ya Kenedayê Kirîstîna Firêland binriya belvokekê da ragihandin ku ev alîkariya ji bo jin û keçkên Êraq û Sûrî ji bo rewşa wan ya jiyanî û civakî ber bi pîşve biçe tako ji wa rewşa nelihev û nelibar rizgar bibin.

Her weha wezîra derva ya Kenedayê aşkire kir ku wê projeyan pêşkêş bikin tako ew rewşa nelihev ya ku DAIŞê li ser xelkê çêkiriye nemîne û ew bombekirin û mayînçandina di mal û milkên xelkê de çandine jinav bibin tako xelkên sivîl ji wa rewşa ne aram rizgar bibin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket