Efrîn; Binpêkirina maf û azadiyan berferehtir dibe

kurdistani 02:46 PM - 2018-07-15
Efrîn; Binpêkirina maf û azadiyan berdewam e

Efrîn; Binpêkirina maf û azadiyan berdewam e

Li hemû deverên ser bi herêma Efrînê, binpêkirina maf û azadiya mirovan berdewame.

Di wê barê de, jêderên agahdar li Efrînê dibêjin ku li herêma Efrînê binpêkirina maf û azadiyên xelkê Efrînê bi awayekî bê sînor ji aliyê komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî ku piştgirin ji aliyê Tirkiyê ve berdewam e û şewtandina daristanên merx û zeytûn û bero jî her berdewam e.

Jêder dibêjin ti kes nikare biçe nava bax û dar û hêrên xwe tako xizmet bike an jî serdan bike tako rewşa keştûkaliyê ji nêzîk ve bişopîne, ev yek buye sedema nerihetiya xelkê Efrînê ku êdî jiyan li wir bû ye jehir û nelihevî.

2 ciwanên Efrînî şehîd bûn

Komên çekdar ên kiryarên terorîstî li dijî Efrîniyan birêve dibin, lixwenan ku 2 ciwanên kurd kuştine.

Komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî lixwe nan ku wan 2 ciwanên gundê Çeqelayê bi bê sedem kuştine û li cihê wê tawanê, pare pêşkêşî malbata wan her du ciwanên kurd kirine.

Hisên Ebdurihman Saxir û Welîd Cemîl Soranî bi awayekî pir hov terorkirine û piştî 4 mehan, duh roja yekşemê hatine mala wan û termên zarokên wan anîne û ji wan re gotine ku ev her du ciwan ji aliyê çekdarekî wan ve hatine kuştin wek tolistandina birayê xwe kiriye ku li Efrînê li ser detên YPGê hatiye kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku 19-3-2018`an, dema ku herêma Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî ve derbasî nava gundê Çeqelayê Cûmê dibin û li wir 5 ciwanên gund destgîr dikin û di mala Cemîl Soranî de bi dîl digirin û pişt re du ciwanan teror dikin û hemûyan bi xwe re ji gund derdixin ta duhî ku lixwenan ku wan tawaneke bi derheqê 2 ciwanan kirine û li cihê wê tawanê pare pêşkêş malbatê kirine, lê malbata wan pere nepejirandine.


Efrîn; Binpêkirina maf û azadiyan berferehtir dibe

Li Cindirêsê ya girêdayî Efrînê binpêkirina maf û azadiyan berferehtir û metirsîdartir dibe.

#Afrin_Media_Center di nûçeyeke xwe ya derbarê Efrîn û binpêkirina maf û azadiyên mirovan aşkire kir ku li bajaroka Cindirêsê ya ser bi Herêma Efrînê, li taxa jêrîn 16 kes ji jin û mêran girtine û eşkenceya wan bi awayekî dûr li hemû yasa û zagonên parastina maf û azadiya mirovan dikin.

Ew Sentera dide xuyakirin ku hejmara girtiyên ji du malbatên Efrînî gihîştiye 16 kesan ku malbata Welîd Hisê, Mistefa Hiskê û Nîhad Hiskê ne, ew operasyona ku li ser wan pêkhatiye bi serokatiya Ebu Xençer yekek ji serkirdeyên Feyleq ElŞamê ye

Efrîn; Her du hevjîn bi hovane terorkirin

Du hevjîn li Efrînê bi awayekî pir hovane û dûr ji reftarên mirovan hatin terorkirin.

Jina kurd ya bi navê Sultana ya 60 salî di mala xwe ya gundê Beradê ya ser bi navçeya Şêrawayê de ji aliyê komên terorîst ên ku bi ser opozisyona Sûrî ve hate gulebarankirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da ye.

Her weha hevjîna wê jî Hemdî Ebdo yê 70 salî jî revrandin dervayî malê û piştî birîna lingê wî ew kevir û berd barankirin û bi wê rengî jiyana xwe ji Dest da ye.

 Careke din daristanên Efrînê şewtandin


Careke din daristanên Efrînê şewtandin û hemû deverên bi dar têne armanc girtin.

Li gorî Navenda Ragihandina Efrînê ku jêderên wê li nava Efrînê dimînin, aşkire kir ku careke din komên çekdar ên Îslamîk ser bi opozisyona Sûrî ên ku bi piştgiriya dewleta Tirkiyê tevdigerin, agir berdane daristanên Efrînê û roja ji rojê ew metirsiya berferehtir dibe û bandora agir li derdora Raco Meydankê, Şingêlê,Zarê,çiyayê Meydan Ekbesê. Atmana û Gobelekan û Şeran  û Berbenê û gelek daristanên Zeytûnan jî li xwe digre.

Hêjayê gotinê ye ku di van demên dawiyê de, piştî belavbûna nûçeyên paşvekişandina Tirkiyê ji axa Efrînê, gelek cihên girîng li deverên Reco-Cindirês-Mabata û Şeran bûne armancên komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî, bi taybet dizîna otombîl û tirektor û mator û malên xelkê, her weha girtin û eşkencedana xelkên sivîl û dagîrkirina zevîyên wan bi bihaneya ku endamên PYDê ne.

Li Kalê 90 salî jî xistin

Li gorî jêdereke agahdar li Efrînê Apê Mamo ji gundê Çobana ya Çiyê ye, endazyarê avakirin û lêkirina xanî û malês dêrîn ên Efrînî Resen e.

Destê xwe di avakirina xaniyên gelek gundan de heye. Ew 90 salî ye û xwedî navûbangeke pak û bi lîmete. Gelek alîkarê xelkê kiriye tako bibin xwedî mal û avahiyên rêk û pêk û jiyaneke xweş û serbest.

Lê Mixabin apê Mamo yê 90 salî ku bi dirêjahiya temenê xwe herdem di xizmeta gelê xwe de bû ye, rindî û başî û hevkarî bi xelkê xwe re kiriye, ji aliyê çete û dizên ser bi opozisyona Sûrî vê hatiye lêxistin û tiştên mala wan tev dizîn .

Hêjayî gotinê ye ku piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyêî Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi opoziayona Sûrî ve, tevahiya emlakên xelkê dest bi serkirine û xelkên resen ên Efrînê ji mafên wan bê beşkirineû rojane kuştin û lêdan û dizîn û binpêkirina mafên mirovan tên kiirn.

Çeteyan 4` ciwan ji Gobek ê yê Mabeta revandin


Li Herêma Efrîn ê çeteyên girêday dewleta Tirk avêtin ser gundê Gobek ê ya taxa Mabeto yê û li nav gund tevger kirin di encamê de 4`ciwan sivîl ji gund girtin û telefonên welatiyan hemî jê birinز

Îro Yekşem ê Yekîneyên Parastina Jin ê di heyama belanokekê de ragihand ku duh çeteyan 4`welatî ji gundê Gobek ê girtin û navê wan ev in:
Emîr Mustefa kurê Mihemed 22` salî ,Kulkul Hemu kurê Menan 25 salê ,Mihemed Hesen kurê Ebdîn 30`salî û Xebat Şahîn kurê Mistefa 31`salî ye li ser destê çeteyan bi ciheke ne nasrew de hatin veguhastin.

Hat ragihandin jî ku piştî hemû tişt û mal û milkên welatiyan dizîn niha telefonên ku xelkê pê bi zarokên xwe re yên dervey welêt de diaxifîn birin û têkiliyên wan bi kes û karên wan re birîn.


Keçkeke Efrînî li gel bavê wî hat revandin


Duhî roja pêncşemê 21-6-2018`an li bajarê Efrînê, Keçkeke Efrînî li gel bavê wê hat revandin.

Li gorî rojnamevanekî Efrînî ku niha li bajarê Efrînê ye duhî roja pêncşemê 21-6-2018`an li bajarê Efrînê, Keçkeke Efrînî li gel bavê wê hat revandin.

Ew rojnamevanê bi navê Ehmed Şefîh Bîlal di nivîseke rûpela xwe ya facebookê de diêje; Komên çekdar hevala wî ya zanîngehê ya bi navê Loncîn Ebdo li gel bavê wê Mihemed Ebdu ku bi wî re di zîndana Ra`îyê de bû ye, revandine û cihê wan ne diyar e.


Firokeyên Tirkiye navçeyên Efrînê bombebaran kir

   
Ji duh hêvarî ve, firokeyên ser bi hêzên ezmanî ya Tirkiye navçeyên Efrînê bombebaran kir.

Li gor jêderên agahdar ku duh hêvarî li navçeyên ser bi Reco, Mambata û gundê Xalta ya ser bi Cindirêsê bi awayekî pir dijwar ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

Li gorî jêderên agahdar ku hinek gotin hene dibêjin ku Tirkiyê li dijî cîgehên YPGê û hinek jî dibêjin li dijî ketîbeyên Hemzat bombebaran dike.
Ev rastiya pêşxistina resentiya kûltûra kurdî ye

Wê herdem ev rastiya pêşxistina resentiya kûltûra kurdî ji me re bimîne nimûne.

Ev kar wê bimîne ji dîroka dahatoya kurdî re ku rêvebiriyeke Efrînê hebû, xwedî li resentiya ziman û çanda neteweya xwe derketibû.

Peymangehên mûzîk û hunera resen a kurdî û zanîngeh û derfetên din ên zanistî, tev bi zimanê zikmakî kurdî resen li gel navên gund û navçeyan ku tev bi taployên kurdî hatibûn nivîsandin.

Wê di demên pêş me de, gelek li xwe poşman bibin ku çawa dest bi neyartiya wê rêvebiriyê kirin û çira tevlî karê wê nebûn û bi riya hilbijartinan xwe nesapandin gav bi gav.

Wê ji xwe bipirsin çira ewqas sal ji stema ereban dipejirandin û zarokên xwe jî bi serbilindî dişandin leşkeriya zorê û hemû biryarên rêjîmê li ser xwe dipejirandin, lê dema ku rêveberiyek kurdî hate holê, nikarîn tiştekî wê bipejirandina, heya zimanê kurdî jî nepejirandin.?!

Bila bimîne ji dîrokê re ku gelek hebûn di bin navê kurdeyetiyê de, neyartiya wê rêvebiriya ciwan û temn kin dikirin.

Mixabin û hezar carî mixabin ku me bi destê xwe, agir berda mala xwe...


Li Efrîn ê şer di navbera komên çekdar de derket


Li gor jêderên navxweyî ên li bajarê Efrîn ê ku ji PUKmedia`yê reragihandine ku duh di navbera komên çekdar ên ser bi opoziayona Sûrî ku êdî wek komên çeteyan li serî xelkên Efrînê bûne bela û kiryarên çetetiyê pêktînin, şer derket.

Her weha jî ji bo dagîrkirina wêstgey sotemeniyê di navbera komên çekdar ên çete ku ser bi Sultan Murad û Ehrare Şam yên girêdayî opozisyona Sûrî ku piştîvanin ji aliyê Tirkiyê û Rûsiyê ve, li navenda Efrîn ê şerên dijwar derket ,ji ber vê yekê gelek dîkanên bazirganiyê hatin girtin û xaleke kontrolê nû hate dînan.

Jêder amaje bi wê jî da ku di encama şer de ji herdu aliyan kujî û birîndar ketin, destnîşan kir ku herî kêz 10`çete hatine kuştin.

Rêjîm nahêle ku koçberên Efrîn ê derbasî navçeyên wê bibin

Roja Yekşemê HUMAN RIGHTS WATCH ragihand ku Hêzên Hikûmeta Sûriyê  nahêle ku sivîlên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk koçber bûne têkevin navçeyên di bin kontrola Rêjîm ê de.

Di heyama raportekê de Rêxistin ê ragihand ku koçberên ku neçar mane ku ji Efrîn ê derkevin li navçeyan bê av û nan û alîkarî mane,ji ber vê yekê pêwîste ku Hikûmeta Sûriyê rê esen bike ku alîkarî ji pêdewîstî û xwerin û vexwerin bighîne koçberan.

Rêxistina bal kişan ser sivîlên ku di Efrîn ê de jî ku ew jî zemetî dikşînin ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên xwe ve hemû tiştên milat dizîn û talan kirin.


Dr. K. Seydo nerazîbûna xwe wiha nîşanda

Dr. Kemal Seydo nerazîbûna xwe li hemberê cudakirina di navbera rêzên gelê kurd de bi vê rengî anî ser ziman.

Serokê beşa Rojhilata Navîn ya Komelaya Berevaniya li gelên di bin gefên qirkirinê de (STP) Dr. Kemal Seydo di rûpela xwe ya fermî de li ser hewlên ne rewa yên ku hinek kurdên ser bi dewleta Tirk û komên cîhadî ên islamî ku di nava kurdan de, cudbûn û tevilheviyê  çêdikin, nerazîbûna xwe bi vê rengî anî ser ziman ku bi riya hilgirtina tabloyekî ku bi 4 zimanan li ser nivîsiye , bi zimanê kurdî (Ez Elewî me !) bi Tirkî jî ( Ben Alevi`yim!) û bi Ingilîzî jî (I am an Alawi!) û bi Erebî jî (أنا علوي).

Dr. Kemal Seydo wek tê naskirin ji herêma Efrînê ye ev demeke dirêj di barê parastina maf û azadiya gelan de dixebite û wek çalakvanekî kurd ê bê alî di çalakiyên xwe ên cur bi cur de li hemberî stem û zorbasiya Tirkiyê li dijê gelê kurd û Kurdsitanê jî di nava tevgereke mezin de ye.

Berxwedana Efrînê hîn jî berdewam e

Roja Duşemê Çalakvanê Siyasî Hozan Efrînî di dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku pêngava Guhartina Demografîk li Efrîn ê hîn jî bi awayekî pir metirsîdar berdewam e.

Her weha Efrînî tekez kir ku dewleta Tirk ferman daye komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûrî ku rê nedin bi koçberên Efrîn ê ku vegerin bo nav mal û milkên xwe û anîna penaberên Gotayê û niçtecihkirina wan di navçeyên Efrîn ê de, her di heman demê de, bicihkirina wan malbatên Gotayê û Dumêrê di nav malên sivîlan de û bi astangkirina vegera sivîlên Efrîn ê yên resen, projeya dagîrkerî ku bi pileya yekem Guhartina Demografîk li xwe digre berdewam dike.

Efrînî amaje bi wê yekê jî kir ku bêhtirî ji 30`hezar nûştecihên tax û gundewarên Efrîn ê ku niha li ber sînorê Efrîn û Şahbayê ne û dixwazin derbasî nava Efrînê bibin, nikarin vegerin nav mal û milkên xwe ji ber ku lîjneya ewlekwriya ya ser bi hikûmeta Sûrî ya demî ku girêdayî Koalisyona Sûrî ye dest deynaye ser mal û bi dehan bax û zevî û donimên erdên Zeytûnên Efrîniyan.

Di dirêjahiya axiftina Hozan Efrînî ji PUKmedia`yê re tekez kir ku Berxwedana gelê Efrîn ê hîn berdewam e êdî gel nikare ew hemû kiryarên nemirovî ên komên çete ku derheqî gelê kurd li Efrînê dikin bipejirînin û ew kiryar tev li stuyê Tirkiyê û Rûsiyayê de ye, ji ber ku ew her du dewlt sedema destdirêjiyên komên çekdar in û ew derfetê didin bi wan, bi taybet dema ku Rûsiya derfeta dagîrkirinê daye Tirkiyê û rewa kir, wê demê hemû kiryar ketin stuyê Rûsiyayê ji ber ku Efrîn di jêr parastina sîtema ewlehiya Rûsiyayê de bû.

Di bin çavdêriya Tirkiyê de demografîka Efrîn ê tê guhartin

Rewengeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkire kir ku oparesyona guhartina Demografîk a ku li Herêma Efrîn ê tê kirin di bin çavdêriya dewleta Tirk de`ye.

Rêvebirê Rewengehê Ramî Ebdul Rihman bi tevilbûnekê li gel kenala BBC de ragihand ku hikûmeta Tirk li gel Stixbaratê kerwanên ku ji Qelemon ê Rojhilat gihîştine Efrîn ê ldi hundira malên sivîlên Efrîn ê de hatine bi cih kirin.

Ramî aşkire kir jî ku oparesyona guhartinê bi razîbûna Rûsiya û Tirkiyê ve hatiye kirin,ji ber vê yekê divê ku ti kes bê deng nemîn e ji ber ku tiştê ku li Efrîn ê tê kirin dûr ji Mirovahiyê ye.

Binpêkirin û kuştina sivîlên Efrîn ê berdewam dike

Di dewamiya binpêkirin a çeteyan û Artêşa Tirkiyê li nav Efrîn ê de çeteyan li taxa Cindirês ê ya ser bi bajar ê Efrîn ê ve ciwaneke bi nav ê Ebdo Mihemed Tobal kuştin.

Tê ragihandin ku di van rojên dawî de artêşa Tirk tevger û binpêkirin bi derheqên sivîlên Efrîn ê zêdetir kiriye û bi taybet li navçeya Cidirês ê bi awayeke tewşankî mêr û jinan digrin û êşklence dikin û malên wan didizin û puiştre ahang ji bo dabeşkirina tiştan lidardixin û ne rihetiyê li nev milet çêdikin û nahêlin ku kes bixewe,ji ber ku bi şev ê çete serxweş dibin û bi cadan dikevin.

Jêderên navxweyî ji PUKmedia`yê re ragihandin ku ciwan Ebdo Tubel a ku çeteyan beriya çend roja revandibûn di bin eşkenciyê de hate kuştin ,ev ne cara yekemîn ku sivîlên Efrîn ê li cem çeteyan di bin lêxistin ê de dimrin ji ber vê yek welatiyên Efrîn ê daxwaza çareseriyekê ji vê rewşê re dikin û bi hêvîne ku aramî û aştî ji nû ve vegere nav wan.

Efrîn; Jinên Cindirêsê xwepêşandan kirin

Li gorî rûpelên veghîştina civakî li ser turên elektironîk ku jinên Cindirêsê li dijî kiryarên çekdaran xwepêşandan kirin.

Îro roja şemiyê 21-7-2018`an,  li bajarê Cindirêsê ya ser bi herêma Efrîna dagîrkirî li Rojavayê Kurdistanê ji ber kiryarên ne rewa û terorîstî ên komên çekdarên ser bi opoziayona Sûrî ku ji aliyê Tirkiyê ve têne piştgirîkirin, jinên bajêr dest bi xwepêşandanê kirin û kiryarên komên çekdar bi tundî şermezar kirin.

Jinên kurd li Cindirêsê daxwaza bidawîkirina kiryar û destdirêjiyên terorî yên komên çekdar kirin ku êdî naye pejirandin ku hemû sînorên parastina maf û azadiyên mirovan derbas dikin û bi yekcarî li dijî çarnameya mafên mirovan ya gerdûnî ne.

Tirkiyê li Efrîn ê navên qadan û cadeyan guhart

Ji 18-3-2018`an û heya 9/8/2018 `an binpêkirina mafên mirov û azadiyên welatiyên Efrînê ji aliyê çete û dewleta Tirkiyê ve berdewame, her weha ew binpêkirina ku li nav Herêma Efrîn ê heye, di çarçoveya Guhartina Demografîk de nav ê qada Niştimanî guhartin û kirin qada Serok ê Tirkiyê Receb Tayêb Erdogan.

Çalakvanan destnîşan kirin ku Tirkiyê hewldide ku siyaseta Tetrîk li Efrîn ê pêk bîne ,heta navên gelek şûn û cade guhart  ,qada Kawa guhart û kir qada şehîdên 18`Adar ê û qada Newroz kirin qada Selahe Dîn.

Jêdareke taybet di dexuyaniyekê de ji PUKmedia`yê re ragihand ku çeteyên girêday Artêşa Tirkiyê li nav Efrîn û gundên wê oparesyonên revandin û girtin û eşkenc kirina sivîlan didomîn e û Hêktaran erd û darên welatiyan hilkirin û şewitandin ,amaje bi wê yek ê jî kir ku ji bila ku aramiyê û ewlekariyê ji milet re peyda bikin metirsiyê belav dikin û mafê mirovan naparêzin .
Welatiyên Efrîn ê hêvî dikin ku Civaka Navdewletî li ser binpêkirin ê ku li Efrîn ê tên kirin bê deng nemînin û êdê divê çareseriyek were dayîn.

Şewitandina darên zeytûnên Efrîn ê berdewam e

Li gor ragihandina hinek jêder ji navçeya Reco ya bi ser Efrîn ê ve ku di roja 12/8/2018 çeteyên dewleta Tirk li gund ê Hobk ê agir bi darên zeytûn ê yên Nesan Mohemed  Bekir xistin, nêzîka 5`hezar darên wê yên li baxçeya Serîncek ê şewitîn.

Her weha ji destpêka dagîrkirina Tirkiyê ji Efrîn ê re bi rojane bi hezaran darên zeytûn ê dişewtînin û gelek dar hilkirin û rûxandin bi armanca avakirina bingehên leşkerî .

Şewtandina daristanên Efrînê berdewam e

Şewtandina baxên zeytûnan û daristanên kelem û bero û sinober û merxan li Efrînê berdewam e.

Heya niha ango vê rkeftê 13/8/2018 ti çareseriyeke dirûst ji bo rêgirtin li ber şewtandina dar û bax û daristanên Herêma Efrîna dagîrkirî, ne ji aliyê Tirkan û ne jî komên çekdarên opozisyona Sûrî ve kok nehatiye dîtin û roj bi roj berferehtir dibe.

Gelek jêderên agahdar ji PUKmedia`yê re didin ragihandin ku ev kiryarên qirêj û metirsîdar ku li Efrînê pêktên, ji bo demên pêş wê gelek metirsîdar bin û wê rewşa xelkên sivîl ên Efrînî pir aloz bikin û ev yek wê jîngehê pîstir bike.

Ji aliyekî din ve, dizîna berhemên gûzan..

Li gor nûçeyeke Navenda Efrîn ya Ragihandinê (Afrin media center) ku komên çekdar bi piştgiriya artêşa Tirkiyê rê nedan bi xelkên navçeya Mambata û Şiyê tako gûzên xwe biçinin û bikin bi pere tako jiyana xwe birêve bivbin.

Efrîn her dişewtînin

Efrîn her dişewtînin û hemû cîhan jî bê deng û kerr e.

Duh 7/8/2018 bi hêvarê careke din li herêma Efrînê ya dagîrkirî, komên çekdar ên çete ku xwe bi opozisyona Sûrî dinasînin û piştgiriyê ji Tirkiyê werdigirin bi hev ketin û çiyayê derdora gundê Çolaqan tev kirin agir û şewitandin.

Di wê barê de, çalakvanê siyasî yê Efrînî Alan Seydo di rûpela xwe ya veghîştina civakî de, nivîsek weşandiye û tê de amaje bi agirpêketina daristanên gundê xwe dike ku gundê Çolaqa ye, dibêje komên çekdar bi hev ketine û daristan û gundê min ku gorê dêk û bavê min li wirin tev dişewtînin.

Polîsên leşkerî 2 keçikên Efrînî revandin

Çekdarên bi navê polîsên leşkerî ên ser bi Tirkiyê 2 keçkên Efrînî revandin.

Li gor naveneda ragihandinê ya Efrînê (Afrin media center) ku Komeke çete bi navê polîsên leşkerî ên ku li Efrînê wek çeteyan tevdigerin, dest bi karên terorê kirine û bi taybet li dijî keçikên kurdên Efrînî û jinan kiryarên revandin û daxwaza bi darê zorê dest pê kirine ku ev kiryar nelihevî û nerihetiyeke bê wêne di nava xelkên Efrînê de çêkiriye..

Li bajarê Efrînê, roja 12-8-2018`an, komên çekdar ên wek çeteyan kiryarên terorê li ser Efrîniyan dikin, bi navê polîsên leşkerî ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine damezrandin, denjmêr 2 hêverê di taxa Yezîdiyê de, 2 keçikên Efrînî ku bi xwe ji gundê Xelnêrê ya ser bi Efrînê, revandin.

Her weha naveneda ragihandinê ya Efrînê (Afrin media center) bînerên dîter dan zanîn ku di roja 12-8-2018`an de li taxa Yezîdiyê li hundir bajarê Efrînê, komên çekdar ên bi navê polîsên leşkerî tevdigerin, êrişî bo ser mala Ebdurihman Nasan kirin û di encamê de, 2 keçkên wî ên bi navên Nazliye Nasan 36 salî û Firyal Nasan 34 salî revandin û ber bi ciheke nediyar ve birin.

Ji bo Efrîn ê Rêxistina Lêborîna Navnetewî deng li Tirkiyê kir

Rêxistina Lêborîna Navdewletî deng li Tirkiyeyê kir ku çareseriyek ê ji bo parastinsa Mafên Mirovan li Efrîn ê dîne .

Her weha Rêxistina Navnetewî di heyama rapora xwe de destnîşan li ser binpîkirina mafên xelk ê Efrîn ê ji aliya çeteyên dewleta Tirk kir ku gel ê Efrîn ê gelek zor û zordariyê tehemal dikin û got Tirkiyê kiryarênçeteyên xwe ji dizîn û revandin û kuştina sivîlan paşguh dike.

Rêxistina amaje bi wê yek ê jî kir ji ber ku Tirkiyê dest deynaye ser Dibistanan zarokên Efrîn ê ji xwendiniyê mehrûm bûne û nikarin xwendina xwe bi serî bikin. Rêvebera lîkolîn ê Rojhilata Navîn a Rêxistin ê Lîn Marof ragihand ku êrîş û dagîrkirina Tirkiyê ji Efrîn ê re zehmetiyên welatiyan zêdetir dike ji ber vê yek ê Rêxistina banlê Tirkiyê kir ku mafên mirovan li Efrîn ê bê parastinû çareseriyek ê ji binpêkan re deyn e .

2/8/2018

Çandina Zeytûnan berdewam e

Weko hemû kes dizane ku Efrîn ango Zeytûn, ji bo Efrîn bi zindî bimîne pêwîste em zeytûnan biçînin û biparêzin ...

Serbarî nerihetî û neliheviya ku li Efrînê heye û ewqas  nerewabûn û lêdan û dizîn û malwêranî birêve diçe, lê hîn jî jiyan tê de bi rewanxurtiyê birêve diçe û xelkên Efrînê dest ji çandina darên Zeytûnê bernedane  diêjahiyê di wê barê de dikin.

Hêjayî gotinê ye ku di herêma Efrînê de, bêhtir ji 25 milyon darên Zeytûnan hene ku ji wan 15 milyon berhemderin û ewên din jî renge reng hene. Lê piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, rewşa darên zeytûnan pir xerap bû, ji ber ku ji xizmetê dûrketin û komên çekdar jî dest bi şewtandina daristanên merx û bero û zeytûnan kirin û heya niha ti kes ji wan napirse hûn ji bo çi dişewtînin.

Çeteyên bi ser Tirkiy ê ve binpêkirin ê li Efrîn ê didomîn in

Li gor raghandina Jêderên Navxweyî ji bajar ê Efrîn ê ku çeteyên Dewleta Tirk binpêkirina xwe li nav bajêr didomîn in,Doh li taxa Mehmudiyê ya bajêr çeteyên Sultan Murad dest bi avêtina ser malan kirin û oparesyona girtina tewşankî pêk anîn.

Her weha jî jêder di dirêjiya dexuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji doh ve şer di navbera Polîsên leşkerî ş çeteyan ve derketiye di encamê de hejmarek birîndar ji herdu aliyan ketin ,ji ber vê yek ê Polîsên Leşkerî derketina derve li ser nûştecihan qedexekir ,qedexekirin jidemjimêr 9`êvar ê heta 7` sibehê dirêj kir.

Efrîn: Roja cejn ê 2 bira hatin girtin

Di roja yekem 21/8/2018 a Cejna Qurbanê de,Çavkainyeke ji bajar ê Efrîn ê ragihand ku çeteyên bi ser dewlwta Tirk de 2 welatiyên Kurd ku birayê hev in, li gundê Berbenê yê bi ser Reco ve girtin.

Her wha jêder aşkire kir ku çeteyan avêtine ser gundê Berbenê û herdu welatiyên Kurd Ezzet Xelîl Dawûd û Henan Xelîl Dawûd girtin.
Di heman demê de jî, çekdaran dest danîne ser traktora wan herdu birayan û traktora apê wan ê bi navê Fayiq Henan û herdu traktor jî bi zorê birine.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket