Gelo wê civîna Trump û Putin çawa be...:?

kurdistani 07:21 PM - 2018-07-14
Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump


Trump Dibêje Ew Dê Li Gel Putin Behsa Destêwerdana Rûsya Di Hilbijartinên Amerîka De Bike

Serokê Amerîka Donald Trump got ew dê “bi rijdî” li dor destêwerdana Rûsya di hilbijartinên Amerîka yên sala 2016an de, ji hevtayê xwe yê Rûsî bipirse.

Trump di konferanseka rojnamevanî de li Brîtanya, piştî kombûna li gel serokwezîr Theresa May, got:

"Ez bawerim ew ziyanê dighîne welatê me… ew ziyanê dighîne pêwendiyên me yên li gel Rûsya. Bawerim dê me derfeteka pêwendiyên pir baş li gel Rûsya û li gel serok Vladimir Putin hebe. Ez wiha hêvî dikim.”

Trump got ew pêşbîniya wê yekê dike ku Putin careka din tawanbariyên di vê derbarê de red bike.

Tê zanîn, çend rojan berî kombûna Trump û Putin, rawêjkarê taybet Robert Mueller 12 kesên Rûsî bi hakkirina komîta Niştimanî ya Demokratan tawanbar kirin..

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket