Duyemîn salvegera koça dawî ya Bavê Selah
kurdistani 05:30 PM - 2018-07-14Duyemîn salvegera koça dawî ya Bavê Selah
Bavê Selah ji nîşkeva berê xwe da dunyaya din û xatirê yekcarê li gelê kurd xwest.
Du sal beriya niha, hunermendê navdar ê gelê kurd û Kurdistanê Evdurihman Omer ku bi Bavê Selajh naskirî ye, ji ber nexweşiyekî kotûbir jiyana xwe ji dest da û tevlî nava rêzê karwanên nemirên kurd û Kurdistanê bû.
Me ev babeta girîng derbarê jiyannameya hunermendê mezin Bavê Selah ji wikipedia`yê wergirtî tako xwendevan û şopnêrên PUKmedia`yê ji nêzîk ve bixwînin û rastiya wî hunermendî nas bikin.
Bavê Selah hunermendekî kurd e.
Bavê Selah di sala 1952 ji dayîk boye li gundê gorda ya herêha efrînê di destpêka zarotiya xwede fêrî sitrana dibe. Dayîka Bavê Selah ew fêrî strana kir ji ber ko wê stran ji bavê xwe îbramê tirko ezber kiribûn, bandora dayika wî gelekî lê hebo û dema ko bapîrê wî îbramê tirko serdana wan dikir bavê selah diço li tenştî wî rûdinişt . u ji ber ko bapîrê wî li gundê çeqela come dijîya her dem bavê selah ji dayîka xwe re di got ka em biçin çeqela comê.
Dema temenê Bavê Selah di be 9 salî ew her roj diçe gundê kora ji bo ko fêrî temborê bibe û li kora temorvanê navdar adîk dibe mamuste ji bavê selah re. wek ko tê kotin bavê selah di demek kurt de fêrî temborê dibe, bavê selah bi rengekî fermî dest bi strana kir û di şahîyên gundên xwede û li gundên der dora gundê wî stran û şevbuhêrk li dar dixistin
Û ji ber ko rewşa diravî ya Bavê Selah ne baş bo ji gundê xwe gorda berê xwe da bajarê helebê u li helebê dest bi karê hesin karîyê kir û li helabê Bavê Selah tevlî koma armanc dibe û bi hevalên xwere yên di koma armanc de dest bi tomarkirina kasêtan kirin û di kasêta 4 çaran de bavê selah dastana delal tomarkir di wê kasêtê de û li şahîyên kurda yên li helebê û li cejinên newrozê têde beşdarî dikir. Wek ko tê zanîn Bavê Selah ji bilî strana helbesta jî dinivîsîne.
Tevî ko tu dezge tinene ko kiltor û dastanên kevnar biparêzin û binivîsînin bavê selah her çend sala kasêtek tomar dikir bê ko tu kes alîkarîya wî bike . Bavê Selah tê binçavkirin û wî dixin zindanê piştî demekê lêborîna serdarî heşt ew azad bibe. piştî demekê vexwandinek ji Bavê Selah re tê ji bo seredanma ewripa û li ewropa gelek kunsêrt û şev buhêrk li dar xistin.
jiyana Bavê Selah û rewşa ko ew têre derbas boye xizanî pêrîşanî xizanya ko ew têre derbas boye nedhêşt ko bir tişt li ba bavê selah bi ser ketana . Û wek ko wîn dizanin bavê selah gelek stran û kasêt tomar kirine wek , delal, cebelî,şêx seîd, dewrêşê ebdî . xec û siyamend, gênc Osman, hecanê, û gelek stranên filiklorî.
Bavê Selah heya vê rojê berdewam dike ji bo hunera kurdî bigihê asteke bilind û hêvê dike ko miletê kurd bi wê baweryê gîne ko kiltor û cand bingeha miletaye û banga xwe ji nifşên nû re şand gereke nifişê nû baş di warê wêjeya kurdî de bixebite u daxwaza avakirina dezgehan kir ji ber ko dezgeh ew dikarin tiştên baş ji miletan re bêşkêşkin.
PUKmedia-wikipedia.org
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19