Li Çînê ji ber teqînê 19 kes mirin

kurdistani 11:46 AM - 2018-07-13
Li Çînê ji ber teqînê 19 kes mirin

Li Çînê ji ber teqînê 19 kes mirin

Li Herêma Pîşesazî ya Yangçûnê ya li eyaleta Sîçûan a Çînê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 19 kes ji ber teqînê mirin, 12 kes jî birîndar bûn.

Teqîn li Şîrketa Teknolojiyê ya Yîbîn Hengda ya li eyaleta Sîçûan a Çînê pêk hat. 19 kes ji ber teqînê mirin, 12 kes jî birîndar bûn. Li ser sedema teqînê hîn agahî bi dest neketine.

Li Çînê, sala 2015'an li depoyeke ji madeyên kîmyewî ya li nêzî bajarê Tanjînê teqînek bûbû û 165 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket