Opozisyona Sûrî xwe radestî rêjîmê kirin

kurdistani 03:46 PM - 2018-07-10
Opozisyona Sûrî xwe radestî rêjîmê kirin

Opozisyona Sûrî xwe radestî rêjîmê kirin

Çekdarên ser bi Opozisyona Sûrî bi giştî xwe radestî rêjîmê kirin.

Duh roja duşemê 9-7-2018`an bi awayekî giştî, çekdarên ser bi Opozisyona Sûrî bi parêzgeha li Dareyê başûrê Sûriyê, bi çek û rext û hêz xwe radestî rêjîma Sûrî kirin.

Wek tê zanîn ku ev demeke rêjîma Sûrî berê xwe daye parêzgeha Dareyê tako ji çekdarên opozisyona Sûrî pakbike û vegerîne jêr desthilata xwe, ku ew parêzgeha yekemîn parêzgeha Sûriyê bû ku dest bi xwepêşandan û nerazîbûnan kirin.

Tê gotin ku ji niha ve, ew kesên ku xwe radestî rêjîma Sûrî dikin, berê wan didin Efrînê wek ên Gotayê li wir têne nîştecihkirin û guhertina demografîgê li ser Efrînê berdewam dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket