Dengên YNKê û lîsteyên din kurdî zêdetir bûn

kurdistani 06:14 PM - 2018-07-07
Dengên YNKê û lîsteyên din kurdî zêdetir bûn

Dengên YNKê û lîsteyên din kurdî zêdetir bûn

Wek hate zanîn ku komusyona bilind ya hilbijartina Êraqê biryar da ku ji nû ve dengên sindoqên Kerkûkê bijmêrin, lê wê bi riya destan be, her wiha jî kirin, lê dîsan dengê kurdan zêdebûn û ji berê baştir di xizmeta gelê kurd de bû, bi taybet ya lîsteya YNKê.

Ew biryar li ser bingeha gilîkirina ereb û tirkmanan bû ku di civîna encûmena nûneran ya Êraqê lihevcivî bûn û daxwaza jinûve jimartina dengên sindoqan li Kerkûkê kiribûn.

Berê jî hatibû zanîn ku Malbenda Kerkûkê xwe ji bo xwepêşandaneke mezin amade kiribû, li her egerekî ne rewabûnê li dijî gelê kurd bête holê.

Malbanda Kerkûkê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê çiqas belgeh û rastiyên heyî arasteya komusyona bilind ya hilbijartinan ya Êraqê kirine û eger ew guhdar4 nekin, emê neçar bibin ku dest bi xwepêşandaneke berfereh û mezin bikin.

Di wê barê de,  berpirsê malbanda 2 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Fexredîn Kerkûkî ji PUKmeduia`yê re ragihand ku wan hemû belgeh radestî komusyona bilind ya hilbijartinan ya serbixwe li Êraqê kirine, lê eger bersiveke mafdarî ji me re nebe, wê demê emê xwepêşandaneke berfereh û mezin bikin û nerazîbûna xwe bi awayekî demokratiyane nîşan bidin.

Şiwanî; Li Daqoqê 3400 deng ji YNKê re zêde bûn

Endamê serkirdeyetiya YNKê li Kerkşûkê Xalid Şiwanî ragihand ku Li Daqoqê 3400 deng ji YNKê re zêde bûne.

Endamê serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Xalid Şiwanî ragihand ku piştî 3 rojan ji destpêkirina jimartina dengên gel li deverên Kerkûkê, tenê li Daqoqê bêhtir ji 3400 dengên YNKê zêdebûn.

Şiwanî amaje bi wê yekê kir ku di roja yekemîn de li qezayê Daqoqê, dengên YNKê li pêş ya hemûyan de bûn, ev yek zelal kir ku rastiya dengdanê di hilbijartinan de çawa pêkhatiye û vîna gelê me çawa bi azadî dengên xwe dane nûnerên xwe ên rasteqîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket