Kurte destana Derwêşê Evdî û Edûla Milî - BIRADOSTÊ MÎTANÎ

kurdistani 04:42 PM - 2018-07-07
Kurte destana DERWÊŞÊ EVDÎ û EDÛLA MILÎ - BIRADOSTÊ MÎTANÎ

Kurte destana DERWÊŞÊ EVDÎ û EDÛLA MILÎ - BIRADOSTÊ MÎTANÎ

Êla şerqiyan a ÎZÎDÎ beriya sedên salan ji çiyayê ŞINGALÊ bi serokatiya PÎPEHIN ber bi zozanên bakurê KURDISTANÊ ve herikîn , li wir dewleta OSMANÎ ji xwertiya wî ew kire berpirsê ewlekariyê , lê ji sedema wî arîkarî dida jar û feqîran û mal li wan belav dikir , dewletê xwest wî ji berberiya xwe tine bike , û êlin bi xwe re anîn bi ser mala wî de girt , her pênc lawên wî û ew û malbata wî bi komkujiyekê qir kir
Kurikekî wî pîçûk filitî û revî , xwe li malekê li derekê girt , lê mixabin wê malê qedrê wî nedigirt , danî bûn ber keçika xwe ya di dergûşê de , çiqas ew keçik girîbane li wî dixistin , di sehera serê sibhê de ji aqehra ew keçik da ber kêran û revî
Tevî ciwaninan bû , di riyan de rêwî talan dikirin , bi demê re mezin bû , carekê bar kirin û li derekê konên xwe danîn ,xwediyê wê deverê yek ji zilamên rê kire cem wan jibo derkevin , wî gote wî zilamî here bêje meznê xwe ku mêr be bila me bi kotek derxe
Ew camêr hat wilo gote mezinê xwe , piştî hevdîtinan pêre ew camêr giha baweriyekê ku nikarin wan bi zorê derxin , lewra kire zavayê xwe
Di şeva yekem de wî birîn di laşê keçikê de dîtin , keçikê got zarokekî di dema berê ez da me ber kêran û ji mala me bazda , kurik got ezim , kêfa keçikê ji rastî û qedera wê re hat û ma li cem
Kurekî wî çê bû navê wî MILHIM bû , MILHIM jin anî kurekî wî çê bû navê wî EVDÎ bû
Evdî mezin bû , jiyana xortanî bi kar tanî , carekê li nêçîrê berazek ji ber wî û hevalên wî rabû , bi tîran ew birîndar kirin , beraz telomelû bû û bê serî bazda û ber keçikekê ve çû , wê hiriya xwe liser çêm dişişt , dema beraz rast çiwê û gihayê heme wê şûnikê xwe di serî re kişand , ew li tihêla wê xilêr bû û mir , EVDÎ hate cem keçikê ji kêfa xwest wê nas bike , lê jêre xwe neda nas kirin , ji Evdî re bû meraq , li nava miletên dorê pirsî , nas kir ku ew jî ÊZÎDÎ ye û navê wê EYŞA WELÎ ye, EVDÎ dilketiye û ji xwe re xwest û anî , jê DERWÊŞ û SE'DÛN çê bû
Derwêş zarokekî gelek jîr û wêrek bû , bi salan vê kesayetiya wî deng veda, ta bû xort , wilo dikete dilê kesan de bi taybet qîzên di nav êl û eşîran de
Derwêş carekê nexweş bû û xort çûna talanan , dema wî bihîst qeherî bi diya xwe de çima ne gotinê , wilo nexweş çû û ewqas talan dane pêşiya xwe û anîn nava konan
Ew kon ên zor TEMER paşa mezinê êla MILAN bû li deşta WÊRANŞEHRÊ ê ku ji çiyayê ŞINGALÊ û deşta SIRÛCÊ ta REQAYÊ li ser FERATÊ û çiyayê KOKEBÊ di bin deshilata wî de bû û EVDÎ xwe li wî girt bû bi êla ŞERQIYAN ve
Derwêş jî navê EDÛLÊ keça zor TEMER paş dibihîst û li deran didît jî , EDÛLÊ jî wilo mêraniya DERWÊŞ dibihîst û dima li bendê ta ew di kolanan re derbas bibe , da heme bibîne, herdû bi wilo dil diketin hevde , ta carekê EDÛLÊ berdestîka xwe rê kire cem û diyariyek xweşik ji ristikek meherik dayê de , piştire çendî caran di riya bêriyê de hev didîtin û xwe didane alîkekî û lev di rûniştin û jev re behsa evêna xwe dikirin û EDÛLÊ jê re digot : Ez di tirsim bavê min mi nedê te , jiber tu ÊZÎDÎYÎ , min çîroka bavê te û metika xwe REHMÊ ji bîr ne kiriye
CÎLO xortekî hevalê DERWÊŞe , gelekî jê hez dike , ew bi xwe ne ji wane , ew ÊZOLÎ ye , kurê mezinê ÊZOLIYAye , berya bavê wî herê rehmetê , gotiyê kurê min ku ez mirim her pênc xwehê xwe xilas bike û ji vir bi reve , ez zanim ku mala amê te wê serokatiya êlê ji te bistînin û wilo mal û xwehên te jî
Lewra dema bavê wî oxir kir , dibin perda şevê de , mala xwe bar kir , û xwehên xwe revandin , lê zarwên amê wî dane pey û ketine şeran de , xuha wî ya piçûk GULVEDAN arî wî dikir û şerekî hêja dikir , ji şensê wan ew giha bûn nêzîkî konên ŞERQIYAN û MILIYAN , dema dengê girî û hewaran û hîre hîre hespan hat , SE'DÛN bakire DERWÊŞ : roj roja te
Derwêş û hevalên xwe bi hewarî çûn û CÎLO û xwehên wî rizgar kirin û pismamên wan şikestin û revîn , ji hingî ve CÎLO û xuhên wî ew bûne ji wan û mane di nav wan de
Carinan Derwêş bi tena xwe dikete pêşiya rêwiyan de , ew talan dikirin , rojekê kete pêşiya karewanekî de , xwediyê karewan EFERÊ GÊSÎ bû , efer gote zilamekî xwe : ka here ev kî ye , halo na tirsê û bi tena xwe di pêşiya me de ye , dema ew zilam çû û vegeriha got : ew dibêje pez tev bidine min yan bi singê bila mezinê we werê min , EFER neçar bû , got ezê çimê , ku min çarê jê ne kir , pez bînin li dorê bipêçin , emê dinav xwe de wî dine erdê
EFER çû yî lê nikarî bû yî , wan pez anîn û li hespa wî pêçan û dane erdê û şûr kirine sukra wî de , wî gote EFER min bi kuje , efer gotiyî na tu ketî dilê min de , ez û te bine dest û bira , li wir bûne dest û bira û navên xwe li ser kevirekî nivîsandin û kirine bin erdê de , û EFER cehnûka xwe ya binavê HEDBAN , diyarî dayê
Carekê DERWÊŞ û BOZAN bi damê di leystin , Derwêş xisrî , nav li xwe da û got : Ez kilê çavê EDÛLÊ me , ez karim malê zor TEMER talan bikim û qîzên wan li xwe levan bikim û tu min di xisrîne,li wir ÎSO MELA ELÎ biraziyê zor TEMER paşa amade bû , ewina û CÎILO pevre hatibûn , qeherî û da xwe û çû ji zor TEMER paşa re got
Zor TEMER paşa xwe amade kir û hêzek kom kir ku di wê şevê de êrîşî ŞERQIYAN bike , EVDÎ gote Şerqiyan: Hê me xwe ji şer re amade ne kiriye , ezê çime binê konê zor TEMER û wan mijûl bikim , ta hûn xwe amade bikin ji şer re
Di wê şevê de du kesên EREB nameyek ji mezinê milan ZOR TEMERPAŞA re anîn , tê de nivîsandibû : Yan hûnê bejahiya bakurê REQA dine me , yan emê şerê we bikin , Zor TEMER paşa ew name da EVDÎ û got : ê serkêşiya vî şerî bike , ezê EDÛLÊ bidimê, wî ew name anî ji ŞERQIYAN re
EVDÎ got: Ez qenc ZOR TEMER nas dikim , dixawaze me bide kuştin bi EREBAN re , lê EYŞA WELÎ got : Ev namûse, divê em lê xwedî derkevin , wilo DERWÊŞ hate cem wan , EVDÎ name jê veşarit , EYŞA WELÎ got EVDÎ jêre bêje , EVDÎ JÊ RE GOT , DERWÊŞ mijar nas kir û GOT divê em herin şer û ezê EDûLÊ bînim ji xwe re , dema bavê wî ne qaiyl bû wî gotiyê : yabo te derdê evînê nas kiriye , tê bîra te , çiqasî te û rehmê ji hev hez dikir û ji sedema wê hezkirinê ZOR TEMER paşa xuha xwe REHMÊ kuşt , ezanim ku tu ji wilo ji ZOR TEMER PAŞA ne xweşî
Zor TEMER PAŞA weke mehrecanekê di binê konê xwe de çê kir û xort û serokêl vexwendibûnê , wê fincana qehwê gerîne û serê keziya EDÛLÊ li cem di tifskê de deynê , yê wê fincanê vexwe û raje wê keziyê , wê bibe serleşker û here şer
Tifsik geriha kesekî ne rahiştiyê , giha dehma DERWÊŞ , EDÛLÊ jê re nîşan kir ji layê beşê konê jinan ve , jê re nîşan kir ne rajiyê , lê DERWÊŞ rahişte fincanê û bi ser xwe de kir û gulî kirin berîka xwe de
DERWÊŞ tevî xwe 12 siwar amade kirin ji şêr re, ji ŞERQIYAN , MILAN, ORFELIYAN û CÎLO ye ÊZOLÎ , di nav wan de ÎSOYÊ MELE ELÎ , BOZAN , ÛSIB,SE'DÛN, FERHAN , UBÊD , BAQIR AXA û SEYLEM MISTEFE ,Sibha din her dozdeh siwar ji konan derketin , EDÛLA berdestîka xwe rê kire pey DERWÊŞ , ew hat , EDÛLÊ jê re got : Neçe , bavê min te dixapîne di xwaze xwe ji te xilas ke , wî got , ku ez neçim EREB wê ên me talan bikin , divê ev xak were parastin û xatir jê xwestin û li hevsarê HEDBANA xwe da û zîviran û çû giha hevalên xwe û bi rê ketin û çûn
Artêşek ji binya REQAYÊ ber bi deşta WÊRANŞEHRÊ ve hat, 1700 siwarên ji êlên GÊSAN bi serokatiya EFERÊ GÊSî , ŞEMER bi serokatiya SILÛG ABÛ ŞE'ER ên EREB û TIRKÛMANÊN bi serokatiya ÇIL EBRAM
Li deşta binya SERÊKANIYÊ , DERWÊŞ keçikin dîtin , ji hevalên xwe veqetiha û ber biwan çû , ji wan pirsî , lê wan berê wî da konan , ew çû kon , tê de şêx HIWÊDÎ serokê êla GÊSIYAN bû , hev nas kirin , şêx HIWÊDÎ jê xwest wî ji şerê di neqeba wan û MILAN de dûr ke , lê ew qaiyl nebû , û jê xwest ew ne çin şer
DERWÊŞ hat tevlî hevalên xwe bû û li wê hêzê gerihan , nas kirin ku di riya SERÊKANIYÊ re wê biçin , lewra ew çûne ser girê xelef (TIL HELEF) û li wir bicih bûn
Li wir SE'DÛN gote DERWÊŞ : Em vegerin , te çi heq li CÎLO , FERHAN û UBÊD heye , DERWÊŞ got : Yê vegere bila vegere , ez bi tenê şer bikim ezê bikim , lê hemiwan got em bi te re ne û sûnd xwarin ku jev ne berdin , lewra navê gir bû yê HELEF yanî SÛND
Dema hêza EREB û TIRKÛMANAN gihan wir , EFER xwe gihande DERWÊŞ û jê xwest ku xwe ji şerê wan û MILAN bide alîkekî , lê DERWÊŞ qîma xwe nanî û qeherî ji wî , li wir xeydek di neqeba herdû destûbiran de çê bû
Bi şev ÎSA MELA ELÎ ban kir : DERWÊŞ tu zanî ku ev gir cihê wan bav û kalên me yên KURDÊN MÎTANÎ ne , niha hestûkên wan di bin vî girî de ne , û ha li wêdera ha li binya gir cirîda hespan çê dikirin
Sibehê şer dest pê kir ,12 siwar tenê wê kevine cengan de bi 1700 siwarî re, çiqas DERWÊŞ û hevalên xwe , xwe ji serê gir di berdane xwar , weke bazên xwe li nav refên çûka bixin , şeliq li wan didan û bi çedan ji wan di kuştin , û bi wilo re jî hevalên wan yeko yeko jiyana xwe ji dest didan û hijmara wan li kêmê dixist, piştî CÎLO yê birayê pênc xuhan SILÛG EBÛ ŞE'ER kuşt jiyana xwe ji dest da , FERHAN Û UBÊD ên ku rehelê bûkên xwe ji AMEDÊ kirîne û heftiya bê wê şahiya wan bane jiyana xwe ji dest dan û wilo SE'DÛNÊ bira jî yê ku cendekê wî bê giyan li hespa wî siwar kirin û berê wî dane EYŞA WELÎ û EVDIYÊ MILHIM , ÎSOYÊ MELA ELÎ bi birênên wî ve hê sax ew jî li hespa wî siwar kirin û berê wî dane devera ebra MILAN lê , ji 12 siwaran ma DERWÊŞ û BAQIR AXA , herdû bûne bazên meydanê ku şer bi wê hêzên re bikin , di bin periyê şevê de , BAQIR AXA jî şehîd ket , ma DERWÊŞÊ XAK û EDÛLÊ , yê bi biran lê kom di bûn, lê mîna şêrekî derba wan lê ne dihate kirin , EFER û ÇÊLO EBRAM bi pîlanekê ew kirine xefka bajarê mişkan de , dema ÇÊLO go ezê çimê û ji ber bazdim , ezanim ku wê kevê pey min de, jiber tihna wî bi henekan din naşikihê û ezê berê wî dime binya gir , devera bajarê mişkan û xwe ji pêşiyê dime aliyekî , û wilo kir , dema wilo çê bû lingên HEDBANA DERWÊŞ kete wan qulan de û şikestin , derwêş lev qulibit û lê kom bûn dane ber şûran , ZEHRA xuha EFER û EFER hatin ew ser dûr kirin û rahiştine kelaxê wî û danîne ber kevirekî û ji wir vegerihan û pîlana şer paş ve xistin
Piştî cendekê SE'DÛN û ÎSAYÊ MELA ELÎ gihana nava konan , bû mîma şehnemê , hemû êlan hêzek kom kirin , bi zor TEMER PAŞA û EVDIYÊ MILHIM û EDÛLÊ ve , bi wan re hatine girê xelev ê ji hingî ve navê wî biwî helef dema pevre sûnd warin ku yek bin di berxwedanê de , hêz hat ku EREB wê ne li wirin , çavên wan bi reşekî ket li ber kevirekî , ber pê çûn dîtin ku ew DERWÊŞE û di nav tozê de xuya nake , heme EDÛLÊ , pêş bavê xwe ve xwe avête ser kelaşê wî , meyzan ku heme rih pêre maye , serê wî danî ser kaba xwe û got û biland û avête ser , wî di wî halî de hêdî hêdî destê xwe berda berîka xwe de û guliya EDÛLÊ jê derxist û da EDÛLÊ , lê pêrepêre rih spart
Li wir dawiya jiyana ciwanekî mêr û bi namûs hat ,lê destana mêrxasekî ku avîna dîlbera xwe meyand bi evîna xaka xwe re şînhat û bihin xweş da ji nifşên tên re
GIRKÊLEGÊ 13-1-2017z , 24-10-2628 kurdî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket