5 Ciwanên Silêmanî ji Eniya Nusreyê hatin rizgarkirin

kurdistani 05:11 PM - 2018-07-05
5 Ciwanên Silêmanî ji Eniya Nusreyê hatin rizgarkirin

5 Ciwanên Silêmanî ji Eniya Nusreyê hatin rizgarkirin

5 Ciwanên Silêmanî ku Tirkiyê radestî Eniya Nusreyê kiribûn, ji Eniya Nusreyê hatin rizgarkirin.

Di roja duşemê de, 5 ciwanên Silêmaniyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn girtin û radestî Eniya Nusreyê kiribûn, bi riya hêzên dije terorê ya YNKê gihîştin nava malbatên xwe û wan û malbatên xwe bi awayekî pir girabuha spasiya hêzên Dije terorê û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û Federasyona Penaberên Êraqê kirin ku zarokên wan bi aramî ji destê Eniya Nusreyê rizgar kirin û anîn Silêmaniyê.

Her weha nûnerê berpirsê hêzên dije terorê Aso Şêx Cengî jî beşdarî merasîma radestkirina 5 ciwanên Silêmaniyê bi xwediyên wan û wiha got; Em gelek kêfxweşin bi serkeftina çalakiya me ku ligel Rojavayê Kurdistanê bi hevrêzî pêkhat û niha jî hûn bi zarokên xwe şad bûn, ev cihê rêz û pêzanînê ye, hêzên dije terorê herdem di xizmeta gelê kurd de ye û li her deverê û cihekî Kurdistanê be.

Hûn dikarin bi riya vê vîdyoyê temaşe bikin.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket