Perwerdeya Kantona Cizîrê Biryareka nû Derdixe

kurdistani 07:31 PM - 2018-07-01
Perwerdeya Kantona Cizîrê Biryareka nû Derdixe

Perwerdeya Kantona Cizîrê Biryareka nû Derdixe

Biryare ku sala xwendinê ya nû 2018-2019 ku qonaxa amadayî derbasî sîstema xwendinê ya rêveberîya xweser bibe.

Li gorî birîyarê wê refên 10 - 11 bikeve sîstema xwendinê ya nû . û refê 12 an, ku refa bawernameyê ye wê, di bin sîstema hikûmeta Sûrî de bimîne.

Desteya Perwerdê dibêje ku hazirî û amedekarîyên ji bo cîbicîkirina vê biryarê hatine kirin. Hevseroka Desetya Perwerdê ya kantona Cizîrê Semîra Hac Elî dibêje:

“Ji bo amadekirina sala nû ya xwendinê mamoste hatin zêdekrin. Mamoste ji yên ku bawernameyên zanîngehê werigirtine, ewê di perwerdeya metiryalên xwendinê yên amadeayî de derbas bibin ji bo sala xwendinê ya nû 2018-2019 amade bin.”

Li gorî Hevseroka Desteya Perwerdê astengî pêş vê biryarê hebe ku rêjîm hewlbide ku rê li ber bigre, lê ew ji birîyara xwe venakeşin.

 -Zana Omer

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket