Jin TV wê dest bi weşanê dike

kurdistani 03:27 PM - 2018-06-29
 Jin TV wê dest bi weşanê dike

Jin TV wê dest bi weşanê dike

Jın TV bi sernavê ‘Ji bo jinan em televzîyoneke xweş ava dikin’ daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga piştgirîdayînê li hemû jinan kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku derhênerên televîzyonê, edîtor, nûçegihan, kameravan û hemû beşê televîzyonê  ji jinan pêk tê.

Jin Tv bi gotina ‘Em ê bi xwe çêbikin, bi xwe temaşe bikin’ ev peyam da; “Jinên dengbêj ên Mezopotamyayê, siyasetmedarên jin ên li Rojhilata Navîn, kedkarên jin ên Rûmelî, jinên cotkar ên Ege yê, têkoşînerên mafdar ên Anadolûyê, jinên şîfayê yên Derya Spî ev televîzyon ji bo me hemûyan e. Em dixwazin ev televîzyon hemû jinan, pirsgirêkan, çareseriyan, têkoşînan, rojane jiyana jinan, keyfxweşiyên jinan, hêviyan, xemginiyê, ziman, bê zimaniyê bîne ba hev”.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em gava yekem a piştgiriya dayik keç, cîran û hevrêbûnê ya herî  girîng jî televîzyoneke ya piştgiriya ya bi jinê re davêjin.”

Jin TV ev bang kir:

“Li mala xwe, li cihê kar, li kolan, di nava civakê de dîmenên xwe bikişînin, bername çêbikin û ji bo me bişînin. Bibin parçeyek ji vê televîzyonê, pêwîstiya me bi we heye.

Bi hev re rojevan diyra bikin em bi hev re nîqaş bikin. Bang li hemû komên jinan dikin.

Em bi hev re bername amade bikin, dîmen bikişîni, rojevê diyar bikin, em bi xwe amade bikin û bi xwe temaşe bikin, bi bûyerên dûr re bibin ye, ji hev qûtbûyan bigihînin hev.”

Jin TV a peyama 30’ê Hezîranê dest bi weşanê dikin’ da, nîşeya ‘Ev destpêke’ parve kir.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket