Demîrtaş Serî li Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan Dide

kurdistani 04:51 PM - 2018-06-26
Demîrtaş Serî li Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan Dide

Demîrtaş Serî li Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan Dide

Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, dê ji ber ‘’binpêkirina mafê hilbijartinê yê serbest’’ serî li Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan (ECHR) bide.

Parêzerê Demîrtaş, Mahsuni Karaman ji Twitterê ragihand ku dê bo tespîtkirina binpêkirina mafê hilbijartinê yê serbest serî li ECHR’ê bidin.

Kahraman dîyar kir ku HDP’ê jî dikare piştre bi mexdûrbûnê serî li ECHR’ê bide.

Piştî encamên hilbijartinan, Demîrtaş ji Twitterê dabû zanîn ku wî ji ji girtîgehê kempeyna hilbijartinê meşandîye, ‘’ew ne-wekhevîya herî mezin ya hilbijartinê’’ ye û ‘’gumanan bo rêwabûna encaman çêdike’’

Parêzerên Demîrtaş, bo berdana wî serî li Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê dabû, lê dadgehê daxwaz red kiribû. Parêzerên piştre serî li Dadgeha Cezaya Giran ya 20’an dabû, lê wê jî biryara dadgeha jêrîn pejirandibû.

Piştî biryarên dadgehên cezaya giran, Demîrtaş serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû û di 19’ê Hezîranê de jî ji Twitterê dabû zanîn ku Dadgeha Qanûna Bingehîn ‘’newêre’’ destê xwe bi dosyeya wî bike.

Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye û bi tawanên wek ‘’avakirina rêxistina terorî, rêvebirin, propagandaya rêxistinê û pesindana sûc û sûcdaran’’ bo wî 142 sal cezaya girtîgehê tê xwestin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket