YNK`ê pîrozbahî li HDPê kir

kurdistani 12:22 PM - 2018-06-26
YNK`ê pîrozbahî li HDPê kir

YNK`ê pîrozbahî li HDPê kir

Freksyona YNK`ê li Parlemana Êîraqê pîrozbahî li HDPê kir.

Freksyona YNKê li parelemana Êraqê bi boneya serkeftina HDPê di hilbijartinên parlemana Tirkiyê de, pîrozbahî li HDPê kir.

Îro roja sêşemê 26-6-2018`an li Bexdadê paytexta Êraqa federal, Freksyona YNKê li parelemana Êraqê bi boneya serkeftina HDPê di hilbijartinên parlemana Tirkiyê de, pîrozbahî li HDPê kir.

Di peyama pîrozbahiya fireksyona YNKê JI HDPê re ku ji aliyê serokê fireksyona YNKê li encûmena nûneran ya Îraqê Arêz Ebdulah ve hatiye şandin ku tê de pîrozbahiyê di serî de li herdu hevserokan Perwîn Boldan û Sizay Timilî dike bi navê fireksyona YNKê li encûmena nûneran ya Êraqê û piştre jî li tevahiya endam û alîgir û gelê kurd li Bakurê Kurdistanê jî kir .

Arêz Abdula dazanîn ku em tev baş dizanin ku derbaskirina benda 10ê gelek zor û zehmet bû, lê dema ku we derbas kir, ev rastiya berdewambûna we li ser maf û armancên we ên rew ye û mafê gelê kurd li Bakurê Kurdistanê ye.

Serokê freksyona HDPê Ebdula di opeyama pîrozbahiyê de, serkeftin ji koma HDPê ya ku derketiye Parlemana Tirkiyê re xwest û hêvî kir ku encamên hilbijartinê û derbasbûna kurd bo nava parlemanê bibe bi sedema destpêkirina diyalog û danûstandina bi riyên demokrtaîk tako aramî û aştî û pêkva jiyan peyda bibe.

Hêjayî gotinê ye ku di roja 24-6-2018`an de, proseya hilbijartinan hem yê serokkomar û hem yê parlemana Tirkiyê birêve çû, di encamê de, HDPê benda 10ê derbas kir bi rêjeya 11.62% û 67 parlementer bi destxistin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket