Şanaz Ibrahîm Ehmed pîrozbahî li HDPê kir

kurdistani 06:21 PM - 2018-06-25
.

.

Xato Şanaz Ibrahîm Ehmed pîrozbahî li Partiya Demokrasiya Gelan (HDP)ê kir.

Ji bo serkeftina HDPê di hilbijartinên Tirkiyê ya parlemanê, Şanaz Ibrahîm Ehmed bi riya peyamekê pîrozbahiyên xwe arasteya Selahedîn Demîrtaş û gişt endamên HDPê û gelê kurd li Bakurê Kurdistanê kir.

Di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, xato Şanaz Ibrahîm Ehmed amaje bi derbaskirina HDPê ji benda 10 re kir ku êdî ew benda 10 nikare rê li ber pêngavên herî pîroz ên  doza gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bigre.

Şanaz Ibrahîm Ehmed di wê peyamê de, amnaje bi wê yekê kir ku ev demeke pir dirêje ku gelê kurd ev demeke dirêje ji ber wê benda ji sedî 10 ve nikariye mafên xwe ên demokratîk û rewa bikarbîne, lê vê  ev du carin ku êdî gelê kurd ew bend nasnekir û derbas kir û kete parlemanê tako mafên xwe bi awayekî demokratîk di tekoçêna siyasî ya neteweya kurd de berdewam bike.

Wek freksyonekî azadîxwazî gelê kurd li parlemana Tirkiyê de ku dakokî û berevanî li pîroztirîn doz dike ku doza gelê kurd û Kurdisatne, serbarî ew kotedeya serbazî û zîndankirina gelek ji siyasetmedar û serkirde û parlemanterên HDPê bi bihaneya piştgiriya li Partiya Karkerên Kurdistanê ji aliyê desthilatdariya Erdoxan û AKPê, lê di encamê de hate aşkire kirin ku ne bi zîndan û ne jî bi kuştin û ne jî bi top û tank û şewtandina bajar û gundwarên Bakurê Kurdistanê û serkotkirina azadîxwazên kurd, nabin astangî li ber dengê azadiya gelê kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Di wê peyamê de, xato Şanaz germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya Selahedîn Demîrtaş û Fîgen, Gultan Kişnak, Tuncel, Aysel, Firat Anlî kir ku ev serkeftina dîrokî li nava lîsteya HDPê de bû.

Pîroze  ji nava dilê kurdeyetiyê ku ew asoya aştiyên ku ji sala 1993 ku Mam Celal kevirê bingehîn jê re dîna bû ku xewnek bû ji bo doza gelê kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku bi riya aştî û pêkve jiyana gelan tê çareserkirin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket