Kosret Resûl pîrozbahî li Erdoxan kir

kurdistani 04:55 PM - 2018-06-25
Kosret Resûl pîrozbahî li Erdoxan kir

Kosret Resûl pîrozbahî li Erdoxan kir

Kosret Resûl bi boneya serkeftina di hilbijartinaserokkomarî û parlemanê de, pîrozbahî li Erdoxan kir.

Bi boneya bi destxistina posta serokkomariya Tirkiyê ji bo duyemîn car, cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê Kosret Resûl Elî pîrozbahî li serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdoxan kir.

Di wê peyamê de, Resûl Elî got; Ez bi boneya wa serkeftina mezin ya cenabê te û partiya te, germtirîn pîrozbahiyên xwe li we û tevahiya xelkê Tirkiyê dikim.

Di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, Kosret Resû Elî amaje bi girîngî dewleta Tirkiyê ya mezin û pir girîng di navçeyê de kir ku bi wê awayî kesayetiyeke mezin wek cenabê we dikarîn bi erkên xwe wê postê bi dest bixin û li vir gelek hêvî ji we tên kirin û pêwîste em hemû li xwe vegerin û hemû kêşe û alozyan bi riya çareskirinê çareser bikin. Ji bilî riya gotûbêjkirin û lihevtêghîştina bi awayekî demokrasî ti riyên din ji bo çareserkirina kêşe û aloziyan tune ye.

Resûl Elî aşkire kir ku di dema berê de jî, em bi cenabê we re rûniştin û te ji me re pir bi reşkawî û bi dirûstî da ragihandin ku tenê bi diyalog kêşe têne çareserkirin û çareseriya kêşeyên mezin pêwîstiya xwe bi ew kesên mezin heye, em li vir wê hêviyê li we dikin ku ji bo kêşeya sereke ya ku alozî û arayîşan li Tirkiyê nehêle ya Kurde û pêwîstî bi kesayetiyekî wek we heye ta ku ji kokê ve çareser bike.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket