Navenda Weqfeya Jinên Rewşenbîr hate vekirin
kurdistani 01:26 PM - 2018-06-22Navenda Weqfeya Jinên Rewşenbîr hate vekirin
Li bajarê Qamişlo, navenda Weqfeya Jinên Rewşenbîr bi merasîmekê hate vekirin.
Bi amadebûna endamên tevger û desteyên çand û hunerê yên Cizîr, Firat û Minbiêc, endamên Kongreya Star û bi dehan şêniyên bajêr, yekemîn navenda Weqfeya Jinên Rewşenbîr li taxa Kornêş a bajarê Qamişlo hate vekirin.
Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid axivî û li ser girîngiya vekirina navendên çandî yên taybet bi jinan rawestiya. Bêrîvan Xalid got, "Armanc ji vekirina navendê ew e ji bo ku jinên Kurd çand xwe ya resen zindî bikin û ji hewldanên asîmîlekkirinê biparêzin. Li welatê me jin çand û hunera resen diparêzin û di avakirina nifşên pêşerojê ku karibin xwedî li çanda xwe derkevin de roleke mezin dileyzin."
Bêrîvan Xalid, diyara kir ku navend dê bibe minara hemû jinên rewşenbîr ên ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê ye.
Rêvebera Weqfeya Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed jî vekirina navendê li hemû jinan pîroz kir û got ku jin li Bakurê Sûriyê di her qadan de, siyasî, leşkerî, aborî pêşengtiyê dike û ji hemû jinên Rojhilata Navîn re bûne mînak.
Piştî axaftinan, koma Alanya ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn stranên şoreşgerî û filklorî gotin.
Navend ji aliyê Rêvebera weqfeyê Ahîn Mihemed ve hate vekirin.
PUKmedia-ANHA
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19