Demîrtaş ji Twitterê E-Mîtîngek li Dar Xist

kurdistani 10:55 AM - 2018-06-22
Demîrtaş ji Twitterê E-Mîtîngek li Dar Xist

Demîrtaş ji Twitterê E-Mîtîngek li Dar Xist

Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji medya civakî e-mîtîng li dar xist.

Gotinên Demîrtaş yên ku bi rêka parêzerên wî ji Girtîgeha Edîrne hatibûn şandin ji Twitterê hatin belav kirin.

Demîrtaş da zanîn ku li cîhanê cara yekê ji girtîgehê e-mîtîngek li dar dikeve.

‘’Bo dîroka demokrasîyê em niha dikevin dîrokê. Bo ku Ajansa Anadolu nûçeya lezgîn çêke ez dibêjim’’ Demîrtaş nivîsî.

Ajansa Anadolu, ajansa fermî ya dewleta Tirkîyê ye û partîyên rikeberîyê dîyar dikin ku ew tenê nûçeyên desthilatê çêdike.

Demîrtaş di e-mîtîngê de siyaseta Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) rexne kir û dîyar kir ku ew bi gotina ‘’Kêşeya Kurdan kêşaya min e’’ hatine desthilatê û îro jî dibêjin ‘’Kêşeya Kurdan tune’’

Demîrtaş da zanîn ku ew dixwazin tundûtûjîyê bi dawî bikin û li medya û zanîngehan azadîyê çêkin.

Berbijarê HDP’ê dîyar kir ku ew welêt dikarin bi modeleke baş ya perwerdehîyê rind bikin û ewê butçeya herî mezin jî bo perwerdehîyê veqetînin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket