Li Xaneqîn ê xwenîşandan,Daxweza vegera Pêşmergeyan kirin

kurdistani 10:05 AM - 2018-06-21
Li Xaneqîn ê xwenîşandan,Daxweza vegera Pêşmergeyan kirin

Li Xaneqîn ê xwenîşandan,Daxweza vegera Pêşmergeyan kirin

Roja Pêncşemê li bajar ê Xaneqîn ê ji bo xerabûna rewşa Ewlwhiyê li bajêr welatiyan xwenîşandan kirin.

Derbarê wê mijarê de endamê Meclîsa Parizgeha Diyalî Zahêd Tahêr di heyama dexuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand ku li Xaneqîn ê hemî dîkan û bazar  hatin girtin , xwenîşandan kirin têde paşveçêna rewşa Ewlwhiya bajêr şermezarkirin, û daxweza vegerandina Asayîş û Pêşmergeyan kirin,destnîşan hat kirin ku eger aliyên peywendîdar ti tevgar ê li ser vê mijarê nekin wê daxwezên sivîlan zêdetir bibin da ku aramî vegere navçeyê.

Berî çend rojan bajarê Xaneqîn ê rastê teqîna mayîneke DAÎŞê hatibû di encamêde zilamek li gel xêzana xwe jiyan ji dest dan û du zarokên wan jî birîndar bûn.
Endamê Meclîsa Nûneran Ebdil Ezîz Hesen di heyama belavokê ku PUKmedia`yê wêneyek jê girtiye de daxwez kir ku lîsteya ewlekariyê radestî Hêzên Pêşmergeyan were kirin ji ber ku di salên borî de Asayîş û Pêşmerge di parastina sivîlan de serkeftî bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket