IFIR`ê stayîşa rola Hevpeymaniya Niştîmanî ya Demokratîka Sûrî kir
kurdistani 09:11 AM - 2018-06-21Hevpeymaniya Niştimanî Demokratîk ya Sûrî spasiya Federesyona Penaberên Îraq ê kir
Federesyona Giştî ya Penabberên Êraqê ((IFIR))`ê stayîşa rola Hevpeymaniya Niştîmanî ya Demokratîka Sûrî kir.
Di kongreya rojnamegeriya salvegera 67`mîn ya ragihandina carnameya cîhanî ya mafên penaberan li Cinêvê ya sala 1951`an, Federesyona Giştî ya Penabberên Êraqê ((IFIR))`ê stayîşa rola Hevpeymaniya Niştîmanî ya Demokratîka Sûrî ji bo rizgarkirin û parastina jiyana bi sedan penaberên Herêma Kurdistan û Êraqê kir.
Duh roja Çarşemê 20-6-2018`an, bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan ku ji aliyê 139 welatên cîhanî ve hatiye ragihandin, li bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistan ê, bi çavdêriya Federesyona Giştî ya Penabberên Êraqê ((IFIR))`ê, di keftiriya ((Emne Soreke)) de, kongireyek hate li dar xistin, ku tê de, Hevpeymaniya Niştimanî Demokratîk ya Sûrî û Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrînê ((HAWAR)) li gel saziyên sivîl û Hikûmî û aliyên Siyasî jî di wê kongireyê de beşdar bibûn bi xuleke bêdeng li ser rewanpakiya pakrewanên kurd û Kurdsitanê dest bi karên xwe kir.
Piştre derbarê rewşa ew penaberên ku ji welatên Ewropayê hatine derxistin bi darê zorê, her wehs ew penaberên ku di deriya naverastê de binav bûne û jiyan ji dest dane û ew ciwan û malbatên ku Tirkiyê radestî Eniya Nusreyê kirine li Udlibê û piştre jî, ji aliyê rêvebiriya Efrînê ve hatine rizgarkirin, bi zelalî hate xwendin.
Her weha piştre jî, serpereştyarê Giştî yê Federesyona Giştî ya Penabberên Êraqê ((IFIR))`ê Arî Celal jî dest bi axftina xwe kir û têde bi awqayekî zelal û berfereh li ser rola girîng ya Asayîşa Efrîn ê û Hevpeymaniya Niştimanî Demokratîk ya Sûriyê kir ji bo radestkirina çendîn ciwanên kurdên Herêma Kurdsitanê ji aliyê Tirkiyê ve bo Eniya Nusra kiribûn, lê da ku Asayîşa Efrînê bi hevrêzî li gel nûneretiya Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî, ew ciwan tev rizgarkirin û bi hevrêziyê li gel Dijî Tîror ê ya li Silêmaniyê, ew hemû ciwan bi aramî û hêminî vegerandin Herêma Kurdistanê.
Her weha serokê Hevpeymaniya Niştimanî Demokratîk a Sûrî ya şaxa Herêma Kurdistan ê Arif Murşid ((Hozan Efrînî)) di heyama axaftina xwe de, amaje bi roja cîhanî ya penaberan kir ku 139` dewletên cîhanî ku wek berpirsyarin ji bo parastina Penaberan daxwez kir ku li ser rewşa xirap ya Penaberên Sûriyê bi giştî û Efrîn ê bi taybet biseknin û zorê li ser dewletên ku piştgiriya çeteyan dikin bikin ku dest nedin çeteyan û êdê xelk vegerên nava bajar û gundwarên xwe û di aramî û aştiyê de jiyan bike.
Hêjayî gotinê ye ku di dawiyê de Murşid Efrînî bi navê Hevpeymaniyê spasiya Federesyona Penabarên Îraq ê kir ku herdem piştgiriya penaberan kirî û dike.
PUKmedia taybet
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26