Konferansek li ser rewşa derûnî hat li darxistin

kurdistani 02:22 PM - 2018-06-19
Konferansek li ser rewşa derûnî hat li darxistin

Konferansek li ser rewşa derûnî hat li darxistin

Îro li paytexta rewşenbîrî konferansek taybet li ser rewşa nelbariya derûnî di civakê bi rêve çû.

Li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê, bi beşdarbûna berpirs û nûner û çalakvanên rêxistinên sivî û mafperweriyê, konferanseke taybet li ser rewşa alozî û nelibariya derûnî civakê di hola CDOyê de hat li darxistin.

Îro roja sêşemê 19-6-2018`an li bajarê Silêmaniyê di hola rêxistina CDO yê de, konferanseke taybet li ser rewşa derûnî di nava civakê de, ji aliyê rêxistina Bijîşkên Derûnasên bê sînor bi srpereştiya Dr. Aram Kemal Hesen ku ji Holandayê hatiye û rêxistina CDO yê bi serpereştiya Bextiyar Mihemed ve birêve çû.

Di destpêka vekirina konferansê de, bi xêrhatina mêvan û endamên konferansê hat kirin û pişt re jî gotara parêgarê Silêmaniyê Heval Ebu Bekir û serokê Rêxistina Bijîşkên Derûnasên Bêsînor Dr. Aram Kemal Hesen û rêveberê Rêxistina CDO yê Bextiyar Mihemed hat pêşkêş kirin û dest bi mijarên gotûbêjkirin û nêrîn pêşkêşkirina derbarê nelbariya rewşa derûniya di civakê de.

Li gor karnameya wê konferansê ku wê îro û sibê jî kar û xebatên konferansê berdewam be.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket