Bernameya Ax û Welat dibe pirtûk

kurdistani 07:39 PM - 2018-06-18
 Bernameya Ax û Welat dibe pirtûk

Bernameya Ax û Welat dibe pirtûk

Amadekarê bernameya Ax û Welat Şerîf Mihemed pirtûkek bi navê Ax û Welat ku agahiyan li ser gundên Efrînê dide, amade dike.

Şerîf Mihemed pêşkêşvan û amadekarê bernameya `Ax û Welat` ya ku li ser ekrana Ronahî tv heftane tê weşandine.

Di bernameya Ax û Welat de aliyê erdnîgarî, dîrokî, çandî û serjimariyê de agahî li ser gundên Efrînê tê dayîn û niha jî ew bername li ser asta kantona Kobanê û herêma Cizîrê hatiye ferehkirin.

Piştî dewleta Tirk a dagirker kantona Efrînê dagir kir, demografiya herêmê da guhertin û niha jî propegande dike ku Efrînê ne herêma gelê Kurd e.

Pêşkêşvanê Ronahî TV Şerîf Mihemed bi alîkariya rewşenbîr Welîd Remzî Bekir ji agahiyên di bernameya AX û WELAT de li ser gundên Efrînê hatine dayîn, pirtûk dinivisînin. Pîlansaziya wan ew e ku pirtûkê li ser 3 beşan amade bikin, heyanî niha beşê yekem ku agahî li ser 48 gundan tê de hatiye nivîsandin bi dawî bûye û tê çap kirin.

Şerîf di hevdîtina li gel ajansa me ANHA`ê anî ziman ku wî li hemberî polîtîka Tirkiyê ya guhertina demografiya kantona Efrînê wî destbi nivîsandina pirtûkê kiriye.

Tê payîn ku pirtûk di pêşengeha pirtûkan a salane ku li bajarê Qamişlo meha tebaxê tê organîzekirin, were pêşkêş kirin.

PUKmedia-ANHA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket