Silêmanî; 9 rudawên hatûçûnê pêkhatin

kurdistani 06:35 PM - 2018-06-18
Silêmanî; 9 rudawên hatûçûnê pêkhatin

Silêmanî; 9 rudawên hatûçûnê pêkhatin

Li sînorê parêzgeha Silêmaniyê de, di heyama 3 rojên cejnê de, 9 rudawên hatûçûnê pêkhatin.

Di heyama 3 rojên cejnê de, li sînorê parêzgeha Silêmaniyê de, ji ber qerbelexiya rojên cejna remezana pîroz ve, 9 buyerên hatûçûnê pêkhatine ku di encamê de, 11 kes birîndar bûne.

Di wê barê de, peyvdarê rêvebiriya hatûçûna Silêmaniyê Karwan Mihemed di kongireyeke rojnamegeriyê de ragiahnd ku di heyama her sê rojên cejna pîroz de, di encama liv û tevgera geştyaran û xelkê Silêmaniyê de, 9 buyerên hatûçûnê rûdane ku bûne sedema birîndarbûna 11 welatiyan.

Di pirsyareke peyamnêrê PUKmedia`yê de, gelo ew kesên birîndar welatiyên herêmê an jî ên dervayî Herêma Kurdistanê bûn? Peyvdarê rêveberiya hatûçûna Silêmaniyê Karwan Mihemed di bersiv da got; Ew her 11 kesên birîndar xelkê Herêma Kurdistanê bûne.

Wêne; Goran Qadir

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket