Serleşkerên Munbicê; Ti hêzên Tirkî neketine Munbicê

kurdistani 04:48 PM - 2018-06-18
Derwîş; Ti hêzên Tirkî neketine Munbicê

Derwîş; Ti hêzên Tirkî neketine Munbicê

Serleşkerên hêzên parastina Munbicê ragiahandin ku heya niha ti hêzên Tirkî neketine Munbicê.

Di wê barê de, Peyvdarê fermî yê Encûmena Leşkerî ya Munbicê Şervan Derwîş ragihand ku wek hinek nûçe tê weşandin ku hêzên Tirkiyê ketine nava Munbicê ew nûçe dûrin ji rastiyan û em tekez dikin ku ew tevgerê ku heyî li dervayî sînorê Munbicê ye.

Derwîş di axiftina xwe de wiha pêda çû; Ew tevgera ku heye, li jorî ava Sacûrê ye û ne di nava sînorê Munbicê de ye ku ew cih li wêstgeha ser bi Mertala Firatê ye, ti peywendî bi hêzên Encûmena Leşkerî ya Munbicê re tune ye.

Ji aliyekî din ve, serkirdeyê leşkerî yê Artêşa Şoreşgeran Ebu Araj jî tekez li ser wê yekê kir ku hatina artêşa tirkan bo nava Munbicê kok ne raste û dûre ji rastiyan, ew tenê di çarçoveya şerê derûnî de ye.

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Tirk bi daxuyanîyeke li ser Twitterê ragihand ku her du alî Amerîka û Tirkiyê ji hevdu serbixwe erka çavdêriya li ser hêla sînor pêk tînin. Lê di heman demê de, nûçe bi awayekî din hatiye weşandin ku êdî artêşa Tirk ketiye nava axa Munbicê, ev yek ji aliyê serleşkerên Munbicê ên leşkerî ve hate redkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket