Mîtanî vê carê Kurtedîroka Gotî bi Kurdî weşand


13/6/2018 16:42:00
Çapkirin
     Dîrokzan B. Mîtanî vê carê Kurtedîroka Gotî bi Kurdî weşand

Dîrokzan û dîroknivîsê navdarê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê mamoste Biradost Mîtanî ku tevahiya dem û kat û livên pênûsa xwe ya resen xistiye xizmeta derxistin û parastina dîroka kurd û Kurdistanê ya resen û dirûst, vê carê li ser daxwaza hinek rewşenbîr û nivîskaran, Kurtedîroka bavkên me yên Gotî bi Zimanê Kurdî weşand û me jî wek PUKmedia`yê beşa kurmancî, destûr ji mamoste Mîtanê wergirt û niha em ji xwendevanên xwe re diweşînin.

Ev jî naveroka nivîsa mamoste Biradost Mîtanî wek bi xwe nivîsiye bi wê rengî jî me weşandiye.

Xwîşk û birayên hêja : Li ser dxwaza henekan ji we va min Kurtedîroka bavkên me yên Gotî bi Zimanê Kurdî weşand. Gotî,KORTÎ ,cûdî,kurdî 7000 -2109 bz.
Dîroknasin dibîjin ku hebûna CÛDIYAN ( KOTIYAN ,Gotî bi vî navî jî) di herêma MEZOBOTAMIYA de , berya avakirina dewlet û netewa ye , di dema serdema kevirî ya nûjen û berya wê de ye , bi vê yekê ew nexwe dibin şehrestaniya berya SOMERAN jî , jiber ev 4000 b.z ne, û wilo dibin bavkê yekem ji gelê KURD re û li ser xaka KURDISTANÊ ne, ji dema gemiya pêxember NÛH 6000 biz ve ne ya ku li ser wî çiyayê CÛDÎ danî bû , nexasim dema ku gelek dîroknas dibêjin ku peyva KURD bixwe jî ji wan yanî ji Kotî(cûdî )hatiye , jiber ev êl li deverên çiyayên bilind jiyan dikirin û ta îro di zaravê Zazî de KOY yanî ÇIYA.

KOTÎ li çiyayê Toros bûn û xwediyê herêma çiyayê Cûdî ne li Mozobotamiya jorîn xwediyê çandiniyê û lawirvaniyê ne, piştre ber bi Mozobotamiya jêrîn ve çûn û Somerî geşkirin di şehrestaniyê de, biqasî 125 salan man, di wê mawê de 25 padîşahên KOTÎ li SOMER destihatî kirin , bi şêweyê demuqrat piraniya wan şeş salan xoman (Desthilatdarî)dikirin di riya dabeşkirina civakê bi ser ençûmenên gelêrî û desthilata ne navendî.Lêkolînvanên dîrokî dibêjin: Padîşah, padîşah bû lê ne padîşah bû yanî ne desthilatdar bû , jiber gel xwe bi riya encûmenên xwe bi rê ve dibir û biryara xwe dihlda ji padîşah re û wî ew biryar erê dikir û nû radigihand.


Hin ji wan padîşahan ev bûn : ÎMTA ,ÎNA KEY ÎŞ

AŞ, SERLAKA, ŞOLMA,ÎLOLOMAŞ, ÎNÎMABAGAŞ, ÎNÎKŞOM, AYARLAGAP, ÎPATA, AYARLANKAP, KOROM, XAPÎLKÎN, LAYRABÛM, ÎRAROM, ÎPRANAM, XAPLOM, BOZOR, AYAR LAKAND, SÊ AWM û yê dawî TÎRÎKOM Û YÊ HERÎ ÇALAK Û NAVDR Godiya bû.

Di wê demê de yekîtiya pêşiyên KURDAN bû sedema ketina imbratoriya Akadiyan bi serokatiya KOTIYAN dema kurd bûne yek û AKADÎ di şerê bi navê OMAN MANDA de û impiratotiya wan şikandin û ketine paytexta wan AKAD de û wilo KOTÎ gihana bajarê Babilê nêzîkî 2250 b.z.
Piştre vegerihan warê xwe li Kurdistanê Kerkûkê û Zapê, dema yê Gotî Aotoxîcl di 21 Adarê 2109 b.z de derbeya leşkerî li miletê xwe da û dewleta Akad vegerand, û şerê wan kir di cejnê de dema wa şahî li dar dixist li serê çiyan , şahiya bi navê Cejna Beranan bû, di sala 2109 b,z û Otoxîcal bi ser ket di şer de, û padîşahê Gotî yê bi navê (TÊRÎKAN)Têrîxan kuşt.

Piştre KOTÎ tevlî Kurdên LOLO û KAŞÎ û HORÎ bûn ,li ser xaka KURDISTANÊ û bi wan re şerên AKADIYAN berdewam kirin.
Hêjayî gotinê ye ku bi dawî em bêjin ku gelek dîroknas bi taybet ên KURD dibêjin navê gelê KURD ji gotiyan hatiye , gotî yanî kotî û bû koyrtî û bû KURDÎ, ew ji deverên bilind re tê gotin , nexasim çiya , jiber ta niha di zaravê Zazî de KOY yanî ÇIYA.


Biradostê Mîtanî


 

Malbateke kurd Yanesîbekî mezin jê re derdikeve


Malbateke kurd li Kenedayê, Yanesîbekî mezin bi 8 milyonan jê re derdikeve.

Welatiyên kurd li welatê Kenedayê nîşticêhbûne Tof...


»   Ronakbîra kurd Ferîde Cindî koça dawî kir
»  Pro. Cemal Nebez koça dawî kir
 

Mam Celal Sembola Netewe Ya Kurd


Ji çiya û deşt û newalên axa Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê, Serok Mam Celal ji sengerê pêşmergeyetiya Kurdistanê bo koşka se...


»  El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be
»  Eladîn Xalid: Ji diyaloga giştî û niştimanî re erê
 

Îro 20-1-2019`an roja reş e


 Salvegera yekemîn ya êriş û destpêkirina pîlangeriya qirêj ya dagîrkirina Efrînê ye.

Ev roj reştirîn û qirêjtir...


»  Çileya koça dawî ya Mistefa Salih birêve diçe
»  Erkên hevalên çekê

Karîkator