Tramp û Kim li hev civiyan

kurdistani 01:01 PM - 2018-06-12
Tramp û Kim li hev civiyan

Tramp û Kim li hev civiyan

Hevdîtineke pir dîrokî di navbera serokê Amerîka û yê Korya Bakur de pêkhat.

Piştî 70 salî nakokî û alozî di navbera herdu welatan de, Îro roja sêşemê 12-6-2018`an, Serokê Amerîkayê Donald Trump  li welatê Sengeforeyê li gel serokê Korya Bakur Kim Jong Un civiya.

Ji bo bawerpêkirina ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Korya Bakur Kim Jong Un ku bihêzkirin û pêşxistina peywendiyan di navbera Amerîka û Korya Bakur de, wê aramî û hêminiyê di cizîra Koryayê de saz bike û ew têghîştina herdu aliyan û hevdîtinên berdewam, wê çekên navokî jî ji holê rakin û li ser wê bingehê rêkevin.

Ev 4 xalên ku her du serokên Amerîka TRUMP û Korya Bakur JONG UN li ser rêkeftine ne;

1- her du welat Amerîka û Korya Bakur wê peywendiyên nûh saz bikin û pêşbixin li gor rêkeftina gelên herdu welatan .

2-Wê Amerîka û Korya Bakur hewil bidin ku sîstemeke berdewam ji bo aştî û aramiyê di cizîra Koryayê de saz bikin.

3-Tekez li ser ragihandina Banmocin ya ku di 27-4-2018`an de pêkhatiye ji bo nehîştina çekên navokî li tevahiya cizîreya Koryayê.
4- Amerîka û Korya Bakur pabendin bi vegerandina termên dîlên hev du ên wunadyî û ew termên ku hatine naskirin yekser radestî hev du bikin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket