Almaniya; jinavbirina dengên taybet binpêkirine

kurdistani 06:36 PM - 2018-06-10
 Rawêjkarekî Almanî; jinavbirina dengên taybet binpêkirine

Rawêjkarekî Almanî; jinavbirina dengên taybet binpêkirine

Rawêjkarekî Almanî; jinavbirina dengên taybet binpêkirine
Îro roja yekşemê 10-6-2018`an, li hola politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê berpirsê peywendiyên giştî ê YNKê Sedî Ehmedî Pîra pêşwazî li Raêd Roman rawêjkarê fermandeya hêzên Almanî li Herêma Kurdsitanê kir.
Di wê hevdîtinê de, herdu aliyan li ser rewşa siyasî û ewlehiya li Êraq û Herêma Kurdsitanê û derbarê encamên hilbijartinên encûmena nûneran ya Êraqa federal gotûbêj kirin.

Her weha hilweşandina encamên hilbijartinan û ên taybet li hundir û dervayî Êraqê û encamên li dû wê biryarê, bi awayekî zelal hate şirove kirin û li ser hate rawestandin ku Rawêjkarê Almanî yê hêzên Almaniya li Herêma Kurdistanê Raêd Roman da zanîn ku ew kar kareke ne rewa ye û dûre li rastiyan û ew biryar binpêkirine û ne yasaye.


Ji aliyê xwe ve jî endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û berpirsê peywendiyên giştî ê YNKê Sedî Ehmedî Pîraderbarê helwest û nêrînên YNKê derbarê rewşa giştî siyasî li Êraq û Herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan re şirove kir û zelal kir ku YNKê herdem li gel aramî û aştî û parastina hêminiya navçe û herêm û tevahiya Êraqê ye û li gel serweriya yasa û pabende bi hemû karên desturî li Êraqê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket