Divê Rûsya dest ji siyasetên xwe yên derxistina tevlîheviyê berde
kurdistani 12:26 PM - 2018-06-10Divê Rûsya dest ji siyasetên xwe yên derxistina tevlîheviyê berd'
Rayedarên paya bilind ên Koma Heftemîn bang li Rûsyayê kirin ku dest ji van siyasetên xwe yên derxistina tevliheviyan û sînordarkirina sîstemên demokrasî berde. Her wiha bi berpirsyariya êrîşa bi gaza damaran a li Birêtaniyayê tewanbar kirin.
Serokên dewletên Koma Heftemîn, ji Rûsyayê xwestin ku hewldanên xwe yên sînordarkirina demokrasiyê rawestîne û deriyê Komê li pêşiya vegera wê girtin.
Koma Heftemîn piştî ku daxwaza serokê Emerîka Donald Trump a vegerandina Rûsya di Komê de red kirin, piştgiriya tewanbariyên Birêtaniyayê yên li dijî Rûsyayê ku ew li paş jehrî kirina sîxurê Rûsyî yê berê Sêrgî Skêrbal e, kirin.
Di encamnameya lûtkeya hevbeş a li Kanada de wiha hate gotin: "Em bang li Rûsyayê dikin ku dest ji van siyasetên xwe yên derxistina tevliheviyan û sînordarkirina sîstemên demokratîk berde û alîkariya xwe bi rêjîma Sûriyeyê re bi dawî bike."
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate diyarkirin: "Em êrîşa bi gaza damaran li Birêtaniyayê şermezar dikin. Em piştgiriya helwesta Birêtaniya ku heta asteke bilind guman dike ku Rûsya li hemberî vê êrîşê berpirsyar e."
PUKmedia /Anha
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
03:12 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Erdogan gihîşt Bexdayê û fireksiyona YNK daxwaza rakirina qedexeya li ser firokexaneyê dike
Êraq 12:36 PM - 2024-04-22 -
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22 -
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23