Esed: Berê salekê emê hemû xaka Sûriyê vegerîn in bin desthilata xwe

kurdistani 10:47 AM - 2018-06-10
Esed: Berê salekê emê hemû xaka Sûriyê vegerîn in bin desthilata xwe

Esed: Berê salekê emê hemû xaka Sûriyê vegerîn in bin desthilata xwe

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand ku tenê Artêşa Sûriyeyê şerê terorê dike û ew dê her bosta axa welatê xwe vegerînin bin desthilatdariya rêveberiya Şamê.

Esad di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke brîtanî diyar kir, aliyê sereke yê ku li Sûruyiyê şerê terorê dike Artêşa Sûriyeyê ye ku Rûsya û Îran piştevaniya wê dike.

Esed da zanîn: "Hebûna hêzên Amerîka û Brîtanya li Sûriyê nerewa ye û Amerîka, Fransa û Brîtanya piştevaniya terorê dikin û vê yekê hişt ku krîza Sûriyê dirêj bibe. her weha jî destnîşan kir ku beriya salekê wê krîza li Sûriyê were çareserkirin.

Esad li ser hişyariyên Amerîkayê yên bo Artêşa Sûriyê ku dibêje, nabe êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikin jî got: "Em gelek giringiyê nadin wan gef û daxuyaniyan û em ê tevahiya xaka Sûriyê vegerînin bin desthilata xwe, ji ber ku ev erkekî niştimanî yê Sûriyê ye."

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket