Tirkiyê 6 kurdên Başûr radestî Eniya Nusreyê kir

kurdistani 07:32 PM - 2018-06-09
Tirkiyê 6 kurdên Başûr radestî Eniya Nusreyê kir

Tirkiyê 6 kurdên Başûr radestî Eniya Nusreyê kir

Cendirmeyê Tirkiyê 6 Ciwanên kurdên Başûr bi riya deriyê Babulhawyê radestî Eniya Nusreyê kir

Di roja 2-6-2018`an, li deriyê Babulhawyê ku dikeve sînorê Udlib-Rêhaniye û Efrînê, 6 ciwanên xelkê Silêmaniyê ji bo Eniya Nusreyê hatine radestkirin.
Di wê barê de, bavê Serwan Hema Reşîd ku ew jî li nav wan ciwanan de ye ji PUKmeduia`yê re ragiahnd ku di roja 2-6-2018`an cendermeyên Tirkiyê 6 ciwanên Başûrê Kurdistanê li ber sînorê Yonanê destgîrkirin û radestî Eniya Nusreyê li deriyê Babulhawyê kirin.

Di daxuyaniya xwe de, Cutyar ji Şîx Lahur Şîx Cengî daxwaza rizgarkirina zarokên wan kir ku wek hemû careke çawa ew penaberên Rojavayê Kurdistanê ji destê Eniya Nusreyê rizgar dikir û xwediyên wan bi wan şad dikir, em heman kar jê dixwazin.

Cutyar Heme Reşîd di berdewambûna axiftina xwe ji PUKmedia`yê re navên wan ciwanan jî da ragiahndin;

1- Serwan Cutyar Heme Reşîd

2- Niyazî Nuesralah

3- Peywend Ebdulstar

4- Sirûşt Cebar

5- Eburihman Mihemed

6 Peyman...

Hêjayî gotinê ye ku di heyama 9 mehan de, ev bû 4 mîn care ku hikûmeta Tirkiyê penaberên başûrê Kurdistanê li ber sînorê Yonanê digre û radestî niya Nusreyê dike. Lê her dem asayîşa Efrînê alîkar bûn û anîna wan ciwanan hêsan bû.

PUKmedia-Diyarî Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket