Jinên Minbicê: Em destwerdana derve qebûl nakin

kurdistani 05:28 PM - 2018-06-09
Jinên Minbicê: Em destwerdana derve qebûl nakin

Jinên Minbicê: Em destwerdana derve qebûl nakin

Meclîsa Jinan a Minbicê destwerdana derve ya di karûbarê bajarê Minbicê de qebûl nakin û gotin ku hewldanên Tirkiyê di çarçoveya derxistina bê istiqrarê û binpêkirina aramiya herêmê tê kirin.

Meclîsa Jinan a Minbicê derbarê gefên dewleta Tirk daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de gotin ku ew destwerdana derve di karûbarên bajarê Minbicê de qebûl nakin. Daxuyanî bi beşdarbûna endamên Mala Jinan û Komîteya Aborî Ya Jinan ve li ber navenda Melcîsa Sivîl a bajar hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî Ibtîsam Ebulqadir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku jinên Minbic û gundên komplo û îtîfaqa derbarê destwerdana dewleta Tirk di Minbicê de qebûl nakin û wiha hate domandin: "Ev itîfaq tenê ji bo binpêkriina aramî û istqrara herêmê hatiye kirin. Ew dixwazin berxwedana şêniyên Minbicê ya li dijî zulim û zordariyê derkevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariya Hindirîn dikarin ewlekariya herêma Minbicê biparêz in û wiha hate domandin: "Em wekî jinên Minbicê itîfaq û komployên ku derbarê destwerdana karûbarê Minbicê qebûl nakin. Çi destwerdan ji kar û barên Minbicê re dagirkeriye."

Jinan di dawiya daxuyaniya xwe de jî destnîşan kirin ku ew dikarin parstina herêmê xwe bikin û da zanîn ku ew armanca dewleta Tirk baş dizan in.

Xwendina daxuyaniyê bi diruşmeyan bi dawî bû.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket