Hejmara qurbaniyên teqîna li Şehbayê bûn 6 kes

kurdistani 05:25 PM - 2018-06-09
wîne ji AJANSA HAWARê

wîne ji AJANSA HAWARê

Hawarnewsê hejmara qurbaniyên teqîna mayîna ku duh li Til Rifet a Şehbayê pêk hatibû bûn aşkire kir.

Li gorî nûçeyeke ajansa Hawarê ya Nûçeyan ku duh saet di 18:00‘an de, li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê mayînek çekdarên opozisyona Sûrî ên ser bi artêşa Tirk bi malbateke Efrînî ve teqiya. Di encamê de ji 4 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Malbara Hawarê aşkire kir ku ji kesên bi giranî birîndar bibûn, zaroka bi navê Nîroz Mihemed Elo û Fewzî Elo îro li nexweşxaneya Avrîn a li gundê Fafîn a Şehbayê şehîd bûn. Bi vê yekê hejmara şehîdan bû 6.

Hîjayî gotinê ye ku duh Gulê Mihemed Mustefa (55), Muna Umer Fewzî (10), Mihemed Ferîd (14) û Umer Fewzî Elo (35) şehîd bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket