Şervan Derwêş: Tirkiyê biryarên civîna Încîrlîkê binpê dike

kurdistani 12:45 PM - 2018-06-07
Şervan Derwêş: Tirkiyê biryarên civîna Încîrlîkê binpê dike

Şervan Derwêş: Tirkiyê biryarên civîna Încîrlîkê binpê dike

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş tekez kir ku hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê di çarçoveya lihevkirinên navdewletî de bû. Derwêş destnîşan kir Tirkiye propagandaya li ser tiştên ku lihevnekirine, dike û biryarên civîna ku li baregeha Încîrlîkê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevlî bûbû, bin pê dike.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ji ajansa ANHAyê re axivî û got ku: "Tirkiye û her kes dizanin ku bajarê Minbicê yek ji bajarên bi ewle ye û rewşa wê baş e. Beriya ku dewleta tirk behsa Minbicê bike pêwîst e behsa Cerablûs, Bab û Efrîn bike. Ew herêmên ku ji aliyê çeteyên wê ve hatin dagirkirin û rojane dizî û talana welatiyan dikin û di encama şer û pevçûn di navbera çeteyan de welatiyên sivîl dibin qurbanî û şerpeze dibin."

Şervan destnîşan kir ku hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê di çarçoveya lihevkirinên navnetewî û herêmî de pêk hatine û Tirkiye jî beşekî ji van lihevkirinan bû. Niha jî Tirkiye propagandeya mijarê berûvajî biryarên civîna ku li baregeha leşkerî ya Încîrlîk a li Tirkiyeyê hatibûn girtin, dike.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê duh di daxuyaniyeke xwe de ya di derbarê vekişandina Yekîneyên Parastina Gel û şêwermendên wê ji bajarê Minbicê de got ku beriya hemleya rizgarkirina Minbicê ya beriya du salan dest pê bike, li baregeha Încîrlîk a Tirkiyeyê civînek pêk hat. Di wê civînê de nûnerên Amerîka, rayedarên tirk û şandeya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi serokatiya fermandarê meclîsê yê berê "şehîd Ednan Ebû Emced" beşdar bûn û şerê li Minbicê gotûbêj kirin û di vê derbarê de lihevkirin bi beşdariya tirkan pêk hat.

Di derbarê ihtîmala êrîşeke Tirkiyeyê li dijî Minbicê Şervan Derwêş piştrast kir ku Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê bersiva êrîşê bide û got ku hêzên wan dê bi hemû hêz û derfetên xwe ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê li ber xwe bidin.

Şervan Derwîş got ku fermandariya hêzên wan di vê derbarê de dê bi Koalîsyona Navnetewî re bicive.

PUKmedia/Sputnik

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket