QSD: di 3`rojan de 46`çete hatin kuştin û 3`gund rizgar bûn
kurdistani 11:07 AM - 2018-06-07QSD: di 3`rojan de 46`çete hatin kuştin û 3`gund rizgar bûn
Şervanên QSD'ê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de pêşve çûna xwe didomîn in. Şervanan sê gund û 7 mezree rizgarkirin. Di şer de 4 jê serçete bi giştî 46 çete hatin kuştin.
Navenda Ragîhandina ya QSD'ê derbarê hemleya bagera Cizîrê di malpera xwe ya fermî de got ku hêzên QSD'ê 3 gund û 7 mezreyên nêzî bajaroka Dişîşa ya stratejîk a başûr-rojhilatê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Navenda QSD'ê da zanîn ku şervanên QSD'ê şervanan ji 2 baskan ve dest bi tevgerê kirin û got ku ji aliyê navçeya Şedadê ve şervanan karîbûn 7 kîlometreyan pêş ketin. Di vê herêmê de şervanan gundên El-Mercan, Kilêb Tehtanî û El-Xoyre, her wiha 7 mezreyên li derodra wan rizgarkirin.
Navenad Ragîhandina QSD'ê her wiha destnîşan kir ku di şerê giran ku li gundê Kilêb di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ'ê de rû dan, hejmarek çete hatin kuştin, her wiha motorsklêtek ku çeteyan bikar tanîn hedef girtin.
Hêjay gotinêye ku li gundê Mircan jî şervanên QSD'ê tureyek fireh a mayînan dîtin. Her wiha Ekîbên QSD'ê yên pspor dest bi bê bandorkirina wan mayînan kirin. Di heman gundî de şervanan tureyek tunlên ku çeteyan bikar tanîn dîtin.
Di şerê rû da de 4 jê serçete (emir) bi giştî 46 çete hatin kuştin. 2 şervanên QSD'ê jî birîndar bûn. hate gotin ku rewşa şervanên birîndar başe.
Navenda Ragîhandinê ya QSD'ê derbarê eniya Holê de jî ev agahî dan: "Şervanên tevlî hemleyê bûne di heman demê de ji herêma Holê jî ketin tevgerê. li vir jî şervan ên me 7,5 kîlometreyan pêş ket. Li vir çete zêde liber xwe nadin, lê çete dixwazin bi hawanan hewl didin pêşketina şervanên me asteng bikin."
Navenda Ragîhandina QSD'ê derbarê şerê sê rojan ê hemleyê de got ku Koalîsyona Navdewletî di aliyê ezmanî de piştgiriya şervanan dike û ev agahî dan." Koalîsyona Navdewletî 21 caran tevgerên çeteyan bombebaran kirin, he wiha bi topêa giran 47 caran çeperên wan topbaran kirin, her wiha sê caran jî bi fûzayên Erd-Erd çete topbaran kirin."
PUKmedia/Navenda QSD
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19