YNKê helwesta xwe ji Tirkiyê re zelal kir

kurdistani 07:40 PM - 2018-06-06
Sedî Pîre û Hakan Qereçay

Sedî Pîre û Hakan Qereçay

Berpirsê peywendiyên giştî ên YNKê helwesta YNKê ji Konsilê Tirkiyê re zelal û aşkire dike.

Îro roja çarşemê 6-6-2018`an, endamê politburoya YNKê û berpirsê peywendiyên giştî ên YNKê Sedî Ehmed Pîra di avahiya politburoya YNKê de pêşwazî li konslê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Qereçay kir.

Di wê hevdîtina du qolî de ku di navbera YNKê û Tirkiyê pêkhatiye de, rewşa siyasî ya li Êraq û Herêma Kurdistan û hilbijartinên li Êraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê hate gotûbêjkirin.

Her weha di aliyekî wê hevdîtinê de, Sedî Ehmed Pîre nerazîbûn û nîgeraniya YNKê li hemberî daxuyaniya wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu ku YNKê tawanbar dike bi alîkariya Partiya Karkerên Kurdistanê.

Endamê politburoya YNKê û berpirsê peywendiyên giştî ên Yekîtiya Nçştimanî ya Kurdistanê Sedî Pîre di bersiva xwe ya li hemberî wezîrê derve yê Tirkiyê ew hewildan û tekoşîna ku serok Mam Celal li sala 1993`an li dola Bîkahê ji bo aştiyê û aramiyê bikaraniye û navbera PKKê û Tirkiyê projeya aştiyê saz kir û îro jî YNKê ji bo heman proje dixebite û tako kuştin û wêrankarî nemîne û aramî ş aştî pêk were tekoçênê berdewam dike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket